Çend roj berê ez û jina min Zehra em çûn sûkê. Dema me xwest em vegerin malê, li rawestgeha tramvayê li benda tramvayê bûn. Wexta ez bi Zehra re dipeyivîn, me dît ku keçeke Alman li tenişta me ye û ew jî li benda tramvayê ye. Keçika Alman hat ba me û bi zimanê kurdî got: “Min ji we fêm kir ku hûn kurd in.”
Fredrika, Qursa Zimanê Kurdî û Komkar
Bekir Topgider
Çend roj berê ez û jina min Zehra em çûn sûkê. Dema me xwest em vegerin malê, li rawestgeha tramvayê li benda tramvayê bûn. Wexta ez bi Zehra re dipeyivîn, me dît ku keçeke Alman li tenişta me ye û ew jî li benda tramvayê ye. Keçika Alman hat ba me û bi zimanê kurdî got: “Min ji we fêm kir ku hûn kurd in.”
Me jî got: “Belê, em kurd in.” Keçikê ji me re got: “Ez Alman im, navê min Fredrika ye,” û destpêkê bi me re bi kurdî axivî. Wê got: “Ez hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan dixwînim. Dema ez dibistana xwe biqedînim, dixwazim herim Amedê, li wir bi cih bibim û mafên mirovan biparêzim.”
Em ji axaftina Fredrika gelek kêfxweş bûn. Me jê pirsî: “Tu çawa û li ku derê kurdî fêr bûyî?” Fredrika got: “Min salekê çûm qursa zimanê kurdî û min kurdî li Komkarê fêr kir.” Gava Fredrika navê Komkarê jî got û got ku wê li wir qurs dîtiye, em hê bêtir kêfxweş bûn ku keçeke Alman zimanê kurdî li komela Komkarê fêr bûye.
Paşê tramvaya me hat, em ber bi malê ve çûn. Fredrika li rawestgehê ma, li benda tramvayeke din.
Niha, dema hin heval û dost vê nivîsê bixwînin, dibe ku bipirsin çima min ev nivîs nivîsî. Armanca min di vê nivîsê de ew e ku ez bala we bikişînim ser du xalan. Ya yekem, li gorî şert û mercên ku îro li welatê me hene, em hemû dizanin ku zimanê kurdî bi fermî hê jî qedexe ye. Gelek caran, dema hunermendên ciwan li kolanan bi kurdî stranan dibêjin, rastî êrîşên nijadperestên tirk tên û carinan jî jiyana xwe ji dest didin. Bi kurtî, li welat fêrbûna zimanê kurdî bi astengiyên mezin re rû bi rû ye. Lê belê ev astengî li dîasporayê nînin.
Li gelek welatên Ewropayê, li bajaran, bi sedan komel û saziyên kurdan hene. Ev sazî û komel wexta qursên zimanê kurdî li dar bixin. Tenê di nav salekê de bi sedan ciwan û xortên kurd zimanê kurdî fêr dibin. Pêwîst e malbatên kurdan jî piştgiriyê bidin van komel û saziyan. Bi kurtî, li dîasporayê gelek şertên baş hene ku ciwan û xortên me zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.
Ji aliyê din ve, rola malbatan jî pir girîng e. Divê malbat û saziyên kurdan bi hev re hevkariyê bikin. Ez bawer im, eger sazî, komelên û malbatên kurd dest bidin hev û bi hev re bixebitin, ji bo paşeroja ciwan û xortên kurdan dê encamên baştir bi dest bixin. Zimanê kurdî zimanekî dîrokî û dewlemend e. Divê em bi zimanê xwe yê dayikê serbilind bin.
Her bijî Fredrika ku me kêfxweş kir û bû sedem ku min ev nivîs nivîsî!