Cara yekem alaya Kurdistanê di sala 1927’an de, di nava agirê Serhildana Agiriyê de, bi şanazî li ezmanê Agiriyê bilind bû. Di sala 1946’an de, li Qada Çarçirayê ya Mehabadê, bi destê Qazî Mihemed û hevalên wî yên nemir, alaya me bi şev û roj li ser dilê Rojhilatê Kurdistanê hate hilkişandin. Ew roj ne tenê dîrok bû, ew bûyerek bû ku dilê milyonan Kurd careke din lê da!
ROJA ALAYA KURDISTANÊ Lİ HEMU GELÊ ME PÎROZ BE!
Her netewek xwedî alayekê ye ku wan temsîl dike.
Cara yekem alaya Kurdistanê di sala 1927’an de, di nava agirê Serhildana Agiriyê de, bi şanazî li ezmanê Agiriyê bilind bû. Di sala 1946’an de, li Qada Çarçirayê ya Mehabadê, bi destê Qazî Mihemed û hevalên wî yên nemir, alaya me bi şev û roj li ser dilê Rojhilatê Kurdistanê hate hilkişandin. Ew roj ne tenê dîrok bû, ew bûyerek bû ku dilê milyonan Kurd careke din lê da!
Di 17’ê Kanûna Duyem a sala 1992’an de, Parlementoya Başûrê Kurdistanê, bi biryareke taybet û pîroz, alaya me bi fermî kir alaya neteweya Kurd. Û wê rojê, bi her lêdana dilê me, alaya me li ser banê Parlementoya Kurdistanê û li her bajar, bajarok, gund û çiyayan bi şahî pêl da.
Lê belê dilê me hê jî diêşe…
Li Enqereyê, Tehranê û li Şamê hê jî alaya Kurdistanê qedexe ye. Lê em dizanin û bawer dikin ku rojek bê, wê alaya Kurdistanê li hemû beşên welêt û li ser çiyayên Kurdistanê bi bayê azadiyê pêl bide!
Bangî hemû Kurdên cîhanê dikin ku di roja alaya Kurdistanê de ala neteweya Kurd bilind bikin.
Rojek bê, wê alaya Kurdistanê bi strana me pêl bide!
Roja Alaya Kurdistanê li hemû gelê me pîroz be!
BIJÎ ALAYA KURDISTANÊ!
BIJÎ KURDISTAN!
KOMKAR – Yekitiya Komeleyên Kurdistanê li Almanyayê
17’ê Kanûna 2025
