Munzur Çem Hat Bi Bîranîn
Di roja14´ê Kanûna 2025an de, nivîskar, lêkolîner û siyasetvanê Kurd ê naskirî Munzur Çem, bi civîneke bîranînê li Almanyayê, bajarê Leverkusenê hat bîranîn.
Civîna bîranînê bi navê KOMKAR´ê Bekir Topgider bi silavkirina beşdaran dest pê kir. Topgider di axaftina xwe de got ku têkoşer û nivîskarê hêja Munzur Çem 3 sal berê, di 11ê Kanûna sala 2022an de ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Berlînê koça dawî kir. Munzur Çem ne tenê nivîskar bû, ew siyasetvan û kesayetiyeke têkoşer bû.
Piştî axaftina Topgider, Mesud Tek dest bi axaftinê kir. Mesud Tek bi berfirehî li ser xebatên Munzur Çem rawestiya. Mesud Tek got ku divê Kurdên Başûrê Kurdistanê û zanîngehên wir li ser xebatên Munzur Çem civîn û konferansan lidar bixin, şaredarî û saziyên Kurdan dikarin navê dibistan, kolan û kuçeyan bi navê Munzur Çem binav bikin.
Mesud Tek herwiha got ku her çiqas Munzur Çem zêdetir li ser komkujiya Dersimê xebat kiribe jî, ew ne tenê Dersimî bû, ew hem Alevî bû, hem jî Êzdî û Kakaî bû. Munzur Çem ne tenê Dersimî bû, ew hem Mehbadî bû, hem Qamişloyî û hem jî Hewlêrî bû. Ew Kurdistanî bû.
Piştî axaftina Mesud Tek, li ser jiyan û xebatên Munzur Çem kurtefîlmeke sînevîzyonê hate nîşandan. Di civînê de nivîskar Seyidxan Kurij û Ekrem Yildirim jî li ser kesayetiya Munzur Çem axivîn.
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, rêxistina Almanyayê bi delegesyonek beşdarî civînê bû û peyameke nivîskî pêşkêşî rêvebirên civînê kir.
Di civîna bîranînê de pirtûkên Munzur Çem, cilda 1 û 2 hatibûn raxistin.
Civîn nêzî 2 saetan bi serkeftî bi dawî bû.