Li Komeleya Komkarê ya Duisburgê Roja Alaya Kurdistanê Hate Pîrozkirin.

Di 17ê Kanûna Yekem a 2025an de, li Komeleya Komkarê ya Duisburgê, Roja Alaya Kurdistanê û Roja Pêşmergeyên Qehreman bi semînerekê hate pîrozkirin.

Axaftvanê semînerê endamê Meclîsa PSKê Mesud Tek bû. Mesud Tek li ser dîroka Alaya Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman agahiyên berfireh da beşdaran. Di axaftina xwe de bal kişand ser nirxên neteweyî û got, ji her demê zêdetir divê em Kurd xwedî li Alaya Kurdistanê, zimanê kurdî, sirûda neteweyî Ey Reqîb û serokên serhildanên berê yên Kurdan derkevin û wan biparêzin.

Mesud Tek di dawiya axaftina xwe de got: “Mafê gelê Kurd heye ku dewleta xwe ava bike û xwe birêve bibe.”

Piştî pirs û bersivê, grûpek mûzîkê ya ji ciwanan pêk dihat, stranên Kurdî yên gelêrî gotin û civîn bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin