Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KCD) bi boneya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê peyamek weşand, ku tê de piştgiriya xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurd li herêmê diyar dikin.
Meseya peyamê:
Konfederasyon peyamek Piştgiryê bo Rojhilatê Kurdistanê re weşand
Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KCD) bi boneya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê peyamek weşand, ku tê de piştgiriya xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurd li herêmê diyar dikin.
Meseya peyamê:
Peyama hevgirtin û piştgiriya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê.
Gelên welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê
Gelên azadîxwaz û mafxwaz,
Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî girîngî û rêzgirtinek mezin didin hewldanên sivîl ên ku niha ji bo bidestxistina mafên bingehîn û xurtkirina edaletê dimeşin. Ji bo vê armancê, me piştgiriya xwe ji bo daxwazên rewa yên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ji nû ve dûbare dikin.
Gelê Kurd, wekî aliyekî aştîxwaz ku xwedî dîrokek tijî têkoşînê ye, her gav hewl daye ku mafên xwe yên siyasî û civakî bi rêya têkoşîna sivîl bi dest bixe. Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku nûnerên beşek mezin ji Kurdên li derveyî welêt, erkê xwe yê neteweyî dibînin ku dengê we yê aştîxwaz û daxwazên we yên mirovî bigihînin civaka navneteweyî û navendên navneteweyî, da ku piştgiriyek mezintir ji bo doza rewa ya Kurd peyda bikin.
Daxwazên we ji bo jiyaneke baş, wekhevî û mafan daxwazên qanûnî û gerdûnî ne, ku di hemî peymanên navneteweyî de têne nas kirin. Em hêvî dikin ku ev hewldan bibin bingeha bidestxistina aştiyeke mayînde û xurtkirina mafên gelê Kurd.
Em, careke din jî piştgirî û biratiya xwe ji xwişk û birayên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê re diyar dikin û ji we re di bidestxistina pêşerojek geş û dadperwer de serkeftinê dixwazin.
Bijî Kurd… Bijî Kurdistan.
Konfederasyona Diyasporaya Kurd
09-01-2026