BANGA KURSA ZIMANÊ KURDÎ

🌿 Xwişk û birayên xweşewîst,
Em hêvîdar in ku Xwedayê Dilovan, yê ku me anî dinyayê, me kir neviyên Hazretî Nûh, navê welatê me kir Kurdistan û ev zimanê şîrîn û hêja, zimanê Kurdî, kir zimanê me.

📚 BANGA KURSA ZIMANÊ KURDÎ 📚

🌿 Xwişk û birayên xweşewîst,

Em hêvîdar in ku Xwedayê Dilovan, yê ku me anî dinyayê, me kir neviyên Hazretî Nûh, navê welatê me kir Kurdistan û ev zimanê şîrîn û hêja, zimanê Kurdî, kir zimanê me.

Ev jî zimanê ku ez bi hêz û serbilindî pê ji we re dinivîsim.

❤️ Xweşewîstên hêja,

Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî di destpêka meha Cotmehê de dest bi kursên serhêl ên Zimanê Kurdî (Kurmancî/Bahdînî û Soranî) dike.

🎓 Kurs bêpere ye.

Piştî temamkirina kursê, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve bawernameyek fermî dê were dayîn.

🌱 Werin, em navê xwe, navê zarokên xwe û yên derdora xwe tomar bikin.

Werin em li diyasporayê mohra zimanê Kurdî li ser nasnameya Kurdan û zimanhezên Kurdî bixin.

Werin, em zimanê Kurdî bikin ala xwe, bi wê serbilind bibin, wê bikin amûrekî ragihandin û danûstandinê û bikin taca serê xwe, da ku zimanê Kurdî li diyasporayê di nav zimanên navneteweyî de cihê xwe bigire. 🌍❤️

Ji niha ve ji bo we di vê rêya pîroz a fêrbûna zimanê Kurdî de serkeftin û serfirazî dixwazim.

Bila zimanê we, hem bi devkî û hem bi nivîskî, her tim zimanê Kurdî be. ❤️

📌 Lînka tomarkirinê li jêr e:

https://kurdistanidc.org/ziman

 

Heger pirsek we hebe an jî alîkariyê pêwîst be, hûn dikarin telefon bikin an peyamekê bişînin. Em dê bi kêfxweşî bersiva we bidin.

🌹 Her bijîn, her şad û bextewar bin û bi zimanê Kurdî bijîn!

Zimanê Kurdî nasnameya me ye.

Zimanê Kurdî rûmeta me ye.

Zimanê Kurdî siberoja me ye. 🇹🇯❤️

 

Mem Dogala

Berpirsê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî

+46 723262404

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin