80 Salîya Hunermenda Kurd Aslîka Qadir Hat Pîrozkirin

Îro di roja 20´ê Îlona 2025´an de, li bajarê Kölnê 80 salîya hunermenda Kurd a navdar Aslîka Qadir bi şahiyekê hate pîroz kirin

80 Salîya Hunermenda Kurd Aslîka Qadir Hat Pîrozkirin

Encûmena Hemahengî ya Kurdistanê îro, 20ê Îlona 2025an, li bajarê Kölnê 80 salîya hunermenda Kurd a navdar Aslîka Qadir bi şahiyekê pîroz kir.

Şahî bi axaftina rêvebera Encûmena Hemahengî ya Kurdistanê birêz Ardelan dest pê kir. Piştî axaftinê, pêşkêşvanê şahiyê bangî hunermenda hêja Aslîka Qadir kir ku derkeve ser dikê. Dema pêşkêşvan navê Aslîka Qadir xwend û bang kir ku here ser dikê, hemû beşdar rabûn ser piyan û bi coş çepik lêxistin. Aslîka Qadir derket ser dikê, beşdaran silav kir û strana “Welatê Me Kurdistan, Cihê Bav û Kalê Me ye” bi beşdaran re bi hev re got.

Di bernameya şahiyê de hunermendên Kurd Mehmet Akbaş, Sîpan Çîya, Bedil, Zozan û gelek hunermendên din beşdarî şahiyê bûn û hin ji wan stranan gotin. Li ser navê KOMKARê Bekir Topgider, Sîpan, Emîne û Cemîl Hamîko jî amade bûn.

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Metîn Încesu, rewşenbîrê Kurd Îsa Çelîk, H. Okçuoğlu, Dr. Îbrahîm Mahmmud, nivîskar M. Gültekîn, Îbrahîm Ghazagh, Şîlan Ghazagh, Gohar Mamo û gelek rewşenbîr û hezkiriyên Aslîka Qadir di şahiyê de cih girtin.
Şahî saet di 16:00 de dest pê kir û heta saet 21:00 berdewam kir.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin