Îro li ser rûyê cîhanê nêzî 200 dewlet hene. Hejmara gelê Kurd 50 mîlyon e, lê belê bê dewlet e. Mafê gelê Kurd jî heye ku li ser axa welatê xwe dewleta xwe ava bike. Ji ber vê yekê, parlamentoya Kurdistanê û hemû aliyên siyasî di sala 2017an de biryar girtin û di 25ê Îlonê de referandum hate kirin.
8´e mîn Salvegera Referanduma Kurdistanê Pîroz Be
Îro li ser rûyê cîhanê nêzî 200 dewlet hene. Hejmara gelê Kurd 50 mîlyon e, lê belê bê dewlet e. Mafê gelê Kurd jî heye ku li ser axa welatê xwe dewleta xwe ava bike. Ji ber vê yekê, parlamentoya Kurdistanê û hemû aliyên siyasî di sala 2017an de biryar girtin û di 25ê Îlonê de referandum hate kirin. Gelê Kurdistanê çû ser sindoqan û %93ê dengan ji bo dewleteke serbixwe da. Ev jî nîşan dide ku gelê Kurd dewleteke serbixwe dixwaze.
Em wek Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê (KOMKAR) li gel gelê xwe ne û 8emîn salvegera Referanduma Kurdistanê pîroz dikin.
Bijî îradeya gelê Kurd!
Bijî têkoşîna gelê Kurd!
Yekitiya komeleyên Kurdistan KOMKAR – Almanya
