Aştîya Rojhilata Navîn Bi Çareserkirina Pirsgirêka Kurd Ve Girêdayî Ye.

Ev dîtin û raman bi salan e ku ji aliyê partî û rêxistinên kurdistanî ve bi awayekî eşkere tê gotin: Heya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê neyê çareserkirin, tu carî aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn

Aştîya Rojhilata Navîn Bi Çareserkirina Pirsgirêka Kurd Ve Girêdayî Ye.

Bekir Topgider

Ev dîtin û raman bi salan e ku ji aliyê partî û rêxistinên kurdistanî ve bi awayekî eşkere tê gotin: Heya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê neyê çareserkirin, tu carî aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn.
Mînak, li Iraqê heta ku hemû axa Kurdistanê nekeve destê Herêma Kurdistanê, ne mumkun e ku li Iraqê aştî û aramiyeke mayinde pêk were. Îro jî di Iraqa federal de gelek cih û bajarên kurdan hê jî ne di bin kontrola kurdan de ne. Ev dever hîn jî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê te gengeşikirin.Her kes dizane û dîrok jî nîşan dide ku ev bajar û bajarok axa Kurdistanê ne. Heya ev pirsgirêk neyên çareserkirin, di destûra bingehîn a navendî de neyên pijirandin, meriv çawa dikare bibêje ku li Iraqê aştî û aramî heye? Aştîya Iraqê bi çareserkirina van pirsgirêkan di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dibê warê çareserkirine.
Ji sed salî zêdetir e ku neheqiyeke mezin li hemberî gelê kurd tê kirin. Bi Peymana Sykes-Picot axa Kurdistanè hatiye parçekirin û li hemû parçeyên Kurdistanê zilm û zordariyeke bêhempa li ser gelê kurd hatiye meşandin. Kurdan ji ber vê neheqiyê bi dehan caran serî hildane û ji ber vê yekê jî di sedsala borî de tu carî li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk nehatiye.
Îro Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Ew dewlet û aktorên ku dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, divê vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin.
Îro li ser Sûriyeyê nû xebat têne kirin ku Sûriye ji nû ve tê dîzaynkirin. Eger kurd li Sûriyeyê mafên xwe yên neteweyî bi dest nexin, heqê Drûzî, Elewî û Erebên li wir neyê dayîn û daxwazên wan di destûra nû de cih negirin, wê çawa li Sûriyeyê aştî û aramiyeke mayinde pêk were? Di sedsala borî de li Sûriyeyê dewleteke navendîger a bi darê zorê li ser piyan mayî hate avakirin û Kurd û gelên kêmneteweyên din ji mafên xwe yên herî bingehîn mehrûm hiştin. Ji ber vê yekê jî aştî û aramiya mayinde tu carî li Sûriyeyê pêk nehatiye.
Eger hûn dixwazin aştî û aramiyeke mayinde li Rojhilata Navîn pêk were, divê li Îranê jî mafên gelê kurd û kêmneteweyên din bêne dayîn. Ev yek jî bi rûxandina rejîma heyî ya Îranê ve girêdayî ye. Rejîma Îranê ne tenê ji bo Îranê, ji bo hemû Rojhilata Navîn metirsiyek e. Ev rejîm mîna ahtapotê baskên xwe li hemû welatên Rojhilata Navîn dirêj kiriye, tevlihevî diafirîne û alozî derdixe. Heya ev rejîm hebe, tu carî li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk nayê. Divê ev yek baş bê zanîn.
Li Tirkiyeyê jî ji sed salî zêdetir e neheqiyeke bêhempa li hemberî kurdan hat kirin û henîjî tê kirin. Di salên dawî de li Tirkiyeyê “pêvajoyeke nû” dest pê kiriye. Dewleta Tirk vê pêvajoyê wekî “Be terorkirana Tirkîye ” bi nav dike, hin aliyên din jî wekî “Pêvajoya Aştî, Demokrasî û Biratî” bi nav dikin. Lê xuya ye ku di vê pêvajoyê de çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye. Dewlet tenê dixwaze PKK çekan deynin û bi vî awayî pirsgirêkê “çareser bike”. Lê divê bê zanîn ku daxwaza PKK û partiyên DEMê jî Bo çareserkirinê nîne.

Dibê bê zanîn ku heya daxwazên kurdan yên neteweyî neyên qebûlkirin û statuyeke rast neyê dayîn, wê çawa aştî û aramî li Tirkiyeyê pêk were?
Eger dewlet û aktorên navneteweyî bi rastî dixwazin aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk bînin, divê li Tirkiyeyê jî pirsgirêka Kurd bi awayekî rasteqîn bê çareserkirin.
Bi kurtî: Aştî û aramiya Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Heya li Iraqê deverên gengeşiyê neyên çareserkirin, heya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ez bawer nakim ku li Rojhilata Navîn aştî û aramiyeke mayinde pêk were.

Têbînî: Pirsgirêka Filistînê jî ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn gelek girîng e. Ji ber ku niha li ser vê mijarê gaveke çareseriyê heyê, min ew di nivîsê de nenivisî.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin