Banga KOMJIN´ê: Dengê xwe bidin Bêrîvan Aymaz´ê

Em wek Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJIN, Bang li hemû Kurdên niştecîhên bajarê Kolnê dikin ku di roja 28´ê îlonê biçin ser sindoqan û bo şaredariya bajarê Kolnê dengê xwe bidin Keça Kurd a Kurdperwer Bêrîvan Aymaz´ê.

Bêrîvan Aymaz, keçek jîr û jêhatiye, ji malbatek welatparêz e. Şansê serketina Bêrîvanê gelek e. Eva cara yekem me ku derfetek wisa bi dest dixe û divê em vê derfetê bo serketinê bikar bînin.

Koln yek ji wan barê herî mezin yê Almanyayê ye û li dor 250–300 hezar Kurd lê dijîn. Divê Kurd di roja 28´ê Îlonê de, bîr û bawerîyên wan yên siyasî û olî çi dibe bila bibe, wê rojê tenê Kurd bin. Dengê xwe bidine namzeta xwe Bêrîvan Aymaz´ê.

Jin Jine Çi Jine Çi Mêr e!

Kurdno, jin û ciwanên Kurd, di roja 28´ê Îlonê bi dengê xwe re dengê der û dora xwe, dengê dost û hevalên xwe jî bi xwe re bînin bo Bêrîvan Aymaz´ê.

Jin Jiyan Azadî, Bêrîvan Aymaz

19.09.2025

Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJIN

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin