Endamê partiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK´ê hêja, Îsmet Yildiz, di roja 5’ê Gulanê 2026’an de koça dawî kir. Roja Pêncşemê, Înê û li bajarê Cappelê li Mala Êzdiyan behîya wî hat lidarxistin.
BEHÎYÊ – TAZÎYA ÎSMET YILDIZ
Endamê partiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK´ê hêja, Îsmet Yildiz, di roja 5’ê Gulanê 2026’an de koça dawî kir. Roja Pêncşemê, Înê û li bajarê Cappelê li Mala Êzdiyan behîya wî hat lidarxistin.
Kek Îsmet kadirek dilsozê doza Kurd û Kurdistanê bû. Tevî malbata xwe di nav tevgêra azadîxwaz a Kurdistanê de cîhê girtine. Kesez mirov hez bû û ji aliyê gelek welaparêzên Kurd û civata Kurdên Ezdî ve gelek dihat hezkirin. Ew di heman wexxtê de endamê KOmkarê jî bû. Mixabin bi koça xwe ya dawî yê, me hmîyan xiste nav xemgîniyê. Bila ruhê wî şad û cîhê wî biheşt be. Bila serê malbata Yildiz sax be.
Her roj bi sedan kes beşdarî behîya Hevalê me Îsmet Yildiz bûn. Cenazeyê Îsmet Yildiz sibê li gundê ku lê ji dayik bûye, li navçeya Nisêbînê, wê bi axê were spartin.
Hevalên PSK û KOMKARê ji Hamburg, Bremen, Leer, Osnabrück û Kölnê beşdarî behîya Kek Îsmet Yildiz bûn. Malbata Yildiz û hevjîna rahmetî, Zekiyê Xan, ji hevalên KOMKAR û PSK re spasiyên xwe anîn ziman.