Dengê xwe bidin Berîvan Aymaz´ê.
Ew nêzî 60 sale ku Kurd ji ber sedemên aborî, siyasî û civakî, yan jî ji bo perwerdeya bilind, berê xwe dane Ewrûpayê.
Kurdan di jiyana koçberîyê de, ji alîkî bo peydakirina kar, parastin û pêşvebirina çanda kurdî û entegrebûna li civataAlman, ji aliyên din ve jî ji bo rê li bergirtina zulm û zordestiya dewletên dagîrker û her usa ji bo bi peydakirinapiştgiriyê ji bo doza rewa ya gelê kurd, tê dikoşin
Berîvan Aymaz Namzeta Şaredariya Bajarê Kolnê ye
Dengê xwe bidin Berîvan Aymaz´ê
Ew nêzî 60 sale ku Kurd ji ber sedemên aborî, siyasî û civakî, yan jî ji bo perwerdeya bilind, berê xwe dane Ewrûpayê.Kurdan di jiyana koçberîyê de, ji alîkî bo peydakirina kar, parastin û pêşvebirina çanda kurdî û entegrebûna li civataAlman, ji aliyên din ve jî ji bo rê li bergirtina zulm û zordestiya dewletên dagîrker û her usa ji bo bi peydakirinapiştgiriyê ji bo doza rewa ya gelê kurd, tê dikoşin.
Ji bo xebatek hîn bi rêk û pêktir û xurttir, kurdên karker, xwendevan û penaberên siyasî, li dîasporayê rêxtisnên xweyên wek komeleyên kulturî, federasyon, weqif û konfederasyon û dezgehên din yên demokratîk ava kirine.
Kurd, îro li Almanyayê wek niştecîh yên nifşa sêyem û çarem dijîn. Her weha Kurd bûne beşek ji civata Almanyayê. Di partiyên siyasî, sendîka, sînema, mediya û dezgehên din yên Alman de xuyadibin. Ev yeka ji bo peydakirina piştgiriyê û bo pêkanîna lobiyek xurt ji bo gelê kurd, girîng e.
Di hilbijartinan de çi parlamento çi jî şaredariyan de Kurd bi potansiyela xwe ya nuha, dikarin rolekî girîng bibînin.Wek têzanîn hilbijartina şaredariya Kolnê di 14´ê îlonê 2025´an di roja yekşemiyê li Eyaleta Nordrheîn/Westfalenê tê li darxistin.Keça kurd a welatparêz Berîvan Aymaz, ji bo serokartiyaŞaredariya Kolnê namzet e.
KOMKAR.eu, bang li hemû kurdên welatparêz û dilsoz dike ku di 14´ê îlonê 2025´an di roja yekşemiyê, biçin ser sendoqên hilbijartinê û dengên xwe bidin keça kurd Berîvan Aymaz´ê. Berîvan Aymaz kurdperwerek ji me bixwe ye.
Di hilbijartina şaredariya Kolnê ku di 14´ê îlonê 2025´an pêktê, bila dengê hemû wetparêz û kurdên dilsoz, bo Berîvan Aymaz be!
KOMKAR.eu
info@komkareu.com
www.komkareu.com