Di Karnavala Herî Mezin a Diyasporayê de, Serok Barzanî Peyama Yekrêzî û Aştiyê Gihand Cîhanê.
Doh şemî, 21ê Adara 2026an, bi beşdariya deh hezaran Kurdên diyasporayê yên ku ji seranserê welatên Ewropayê berê xwe dabûn bajarê Bonnê yê Almanyayê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî karnavala herî mezin a girseyî ji bo Cejna Newrozê li dar xist. Di vê ahenga dîrokî de, Serok Barzanî bi riya peyameke vîdeoyî axaftineke girîng pêşkêş kir û tê de girîngî da ser yekrêziya neteweyî, parastina ziman û çandê anî ziman û peyama aştiyê ya gelê Kurd gihand cîhanê
Di Karnavala Herî Mezin a Diyasporayê de, Serok Barzanî Peyama Yekrêzî û Aştiyê Gihand Cîhanê
Bi deh hezaran Kurd li bajarê Bonnê yê Almanyayê bi alayeke 100 metreyî Cejna Newrozê pîroz kirin
Doh şemî, 21ê Adara 2026an, bi beşdariya deh hezaran Kurdên diyasporayê yên ku ji seranserê welatên Ewropayê berê xwe dabûn bajarê Bonnê yê Almanyayê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî karnavala herî mezin a girseyî ji bo Cejna Newrozê li dar xist. Di vê ahenga dîrokî de, Serok Barzanî bi riya peyameke vîdeoyî axaftineke girîng pêşkêş kir û tê de girîngî da ser yekrêziya neteweyî, parastina ziman û çandê anî ziman û peyama aştiyê ya gelê Kurd gihand cîhanê.
Newroz wek sembola dîrokî ya xwe netewandinê
Karnavala bajarê Bonnê, ku îsal wek kombûna herî mezin a Newrozê li derveyî welat tê hesibandin, bû cihê li hevhatina Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê. Her çende Serok Barzanî ji ber rewşê nikaribû bi awayekî meydanî beşdar bibe jî, lê bi riya peyameke vîdeoyî beşdarî coş û kelecanê yên amadebûyan bû û ji wan re ragihand ku gelê Kurd di dîrokê de tu carî dest ji mafên xwe yên rewa bernedaye. Wî behsa wê yekê kir ku Newroz ne tenê guherîna demsalan û nûbûna xwezayê ye, belku ji bo Kurdistanîyan sembola azadî, vejîn, rabûn û hêviyeke ji bo rojeke nû ye. Herwiha bal kişand li ser wê yekê ku ev 2700 sal e agirê Newrozê nîşana bawerî bi xwe bûn û neçemandinê ye di dilê her takekî Kurd de û îspatkerê wê rastiyê ye ku ti zordarek nikare îradeya vî gelî bişkîne.
Li derveyê welat tekez kirina li ser yekrêzî û parastina nasnameyê
Di beşeke din a peyama xwe de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji yekrêzî û yekdengiya Kurdên diyasporayê re anî ziman û ragihand ku Kurd li ku derê cîhanê be jî, nasnameya Kurdayetiyê û hezkirina azadiyê wan dicivîne. Wî ji amadebûyan xwest ku wê yekrêziyê biparêzin, ji ber ku di vê serdemê de ku çavê cîhanê li Kurdan e, tenê bi piştgiriya hevdu dikarin dostanî û piştgiriya welatan bi dest bixin. Derbarê jiyana diyasporayê de jî, Serok Barzanî anî ziman ku her çend Ewropa bûye mala duyemîn a Kurdan jî, lê ew pê bawer e ku dilê wan her dem li ax û welatê wan e. Ji ber vê yekê, wî ji wan xwest ku bi tu awayî rê nedin zarokên wan ji ziman û çanda Kurdî dûr bikevin û pêwîst e her Kurdekî li derveyî welat balyozekî rastîn û mînakeke şaristanî ya neteweya xwe be, di heman demê de rêzê li qanûnên wan welatan bigirin ku penaya wan dane.
Peyama aştî û dûrxistina Kurdistanê ji nakokiyan
Ji aliyê siyasî û guhertinên herêmê ve, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji parastina Rojavayê Kurdistanê ji karesatan re anî ziman û hêvî kir ku mafên Kurdan li Sûriyê werin parastin. Herwiha piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyê dubare kir bi hêviya ku bigihêje encameke baş. Derbarê alozîyên herêmê de jî, wî tekez kir ku peyama Kurdan her dem aştî bûye û hemû hewl jî ji bo wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê nebe beşek ji wan şer û alozîyan. Di heman demê de hêviya silametiyê ji bo Kurdên Rojhilat û Herêma Kurdistanê xwest. Di dawiyê de jî spasiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî kir ji bo rêxistina vê karê mezin.
Alayeke 100 metreyî û coş û kelecana hunermendan
Ji aliyê amadekarî û beşên ahengê ve, karnavalê gelek dîmenên balkêş di nav xwe de cîh girtibûn. Ya herî berbiçav, pêşandana alayeke Kurdistanê bû ku dirêjahiya wê 100 metre bû û bi taybetî ji aliyê jineke Kurd ve ji bo wê rojê hatibû çêkirin. Keş û hewaya ahengê bi stran û muzîka neteweyî ji aliyê hejmarek hunermendên Kurd ên herî navdar ve hate germ kirin, ku ji Şivan Perwer, Hozan Dîno, Eyûb Elî, Nazdar, Hesen Şerîf û gelek hunermendên din pêk dihatin. Tevahiya bûyer û coş û kelecana girseyê jî bi riya tîmên nûçegihanên Kurdistanê ve hatin weşandin.
Salane Kurdên diyasporayê li welatên Ewropa û seranserê cîhanê, bi boneya hatina demsala biharê û Cejna Newrozê, kombûn û karnavalên mezin li dar dixin. Ev bone ji bo diyasporaya Kurd ne tenê pîrozkirina ahengane, belku qonaxekin ji bo nûkirina hesta neteweyî, civandina deng û rengên cuda yên Kurdan di bin yek sîwanê de û nasandina doza rewa ya gelê xwe bi civaka navneteweyî re. Saziyên wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî jî di rêxistinkirina van çalakiyên mezin de roleke sereke dilîzin, ji bo ku pireke zexm a peywendiyê di navbera nifşên ku li derveyî welat mezin bûne û welatê dayikê de ava bikin û nehêlin çand û zimanê Kurdî li derveyî welat ber bi lawazbûn û qelsbûnê ve biçe.