Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Bo çi Qasimlo hate kuştin

Kovan Amedî

Ji vir 31 sal berê di 13`ê meha temûzê sala 1989`an da serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Rojhilat PDKÎ, Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî ji aliyê rejîma xwînrij a Îranê ve li Vîana  paytextê Austuryayê bi ewayek hovanê hatin qetilkirin.

Qasimlo kesayetiyek pir alî bû. Gelek zimanên Rojhilatî û Ewrûpî wek Erebî, Farisî, Azerîkî, Tirkî,Îngilizî, Fransizî, Rûsî, Silovakî, Çekî û du lehçeyên Kurdî (Kurmancî û Soranî) dizanîbû.

Ew him zimanzan, him dîroknas û him jî siyasetvan bû. Kesayetiyek piralî bû. Zimanek wî yê nerm û edebî hebû. Qasimlo di heman wextê da hunermend bû. Ango hunera siyasetê baş dizanîbû. Bi sekin û dûrbîniya xwe ya demokrat, azadîxwaz û aşîtîxwaz ve, bi zimanê xwe yê şêrîn û edebî, dikarîbû gelek Kurdê xwedî rayên cûda bîne bahev û bi wan ra kar bike. 

Gava meriv pêdaçûyinek li jiyana Qasimlo dike, dibîne ku Kurdan serokek xwe yê pir mezin û hêja wenda kiriye.

Qasimlo di salên 1970`î da li Bexdadê xwendewan bû, ji aliyek ve jî di nav refên hizba demokrat da karê siyasî dikir. Wek tê zanîn di 11` meha Adarê sala 1970`î da, di navbeyna nemir Mella Mustefa Barzanî û Bexdadê da peymana Otonomiyek berfireh hatibû çêkirin. Lê rejîma Bexdadê wek yê nuha, ne dixwest hin xalên otonomiyê bi cîh bîne. Qasimlo li Bexdadê bi têkiliyên xwe yên siyasî, gelek hewil dabû ku peymana otonamiyê bê bi cîhananîn û di navbeyna Kurdan û Bexdadê da aşîtî pêk bê. Mixabim sala 1975`an da şoreşa Îlonê têk diçe û Kurdistana Başûr şikestinek dixwe. Qasimlo û çend serkirdeyên PDKÎ, di nav wan hal û mercan da naxwazin ji aliyê rejîma Iraqê ve li dijî Kurdistana Başûr bên bi karanînê û derdikevin derveyê welat.  

Merivek aşîtîxwaz û li dijî şîdetê bû. Her tim dixwest pirsa Kurdistanê bi bi riya diyalog û aşîtiyê bê çareserkirin. Lê ji bo parastina Kurd û Kurdistanê di nav refên pêşmegeyan, di sengeran da jî qelemê çavên dijmin jî bû. 

Ez şahîdê wê yekê me ku demek di şerê Îran û Iraqê sistî çê bûbû û rejîma Îranê jî ewî yekê ji xwe ra firsend dît û bi hemû hêzên xwe yên esmanî û reşayî erîşê Kurdistanê kir. Şerek gelek mezin li devera Serdeştê çê bû. Qasimloyê nemir di vî şerî da pêşmergeyên xwe yên qehreman bi tenê nehişt, li çiyayê nehiya ya Mîrava`yê di sergeran da li cem pêşmergeyan bû. Ev yeka moral û baweriyek xurt dabû pêşmergeyan.

Qasimlo, peyvendiyên xwe yê baş bi ronakbîr û siyasetmedarên Ewrûpî ra û bi sosyaldemokratên Ewrûpa`yê ra hebû. Ewî bi van peyvendiyan, karîbû di nav Sosyalîst Enternasyonalê da ji bo partiya xwe PDKÎ yê cîhek qedirbilin veke.

Dostê Kurdan û hevalê Qasimlo rojnamevanê bi nav û deng Chris Kutschera, di hevpeyvînek xwe da li ser Qasimlo usa dibêje: ”Qasimlo di naskirina dîroka Kurdistanê da mamosteyê min e. Ew ansiklopediyek zindiye.” 

Ev jî nîşana wî ye ku Qaimlo karî bû eşq û ewîna xwe ya bo Kurd û Kurdistanê bi Ewrûpiyan baş bide nasîn.

Kurdan serokê xwe baş nasnekiribû, lê dijminan ewî baş naskiribûn. Loma jî kuştina Qasimlo di nav armanca rejîma Îranê da di rêza serî da bû. 

Belê rejîma Îranê bi ewayek plankirî, daxwaza hevdîtinê ji Qasimlo dike bo guftûgo kirina pirsa aşîtiya navbeya Îran û Kurdistana Rojhilat. Lê armanca rejîmê ne aşîtî bû. Ji bo kuştina wî, jê ra daf danîbûn. Di roja 13´ê meha Temûzê li Vîanayê bi ewayek hovana tevî hevalên xwe hate qetilkirin. Bi kuştina Qasimlo, Kurdan serokek xwe yê gelek mezin û granbuha wenda kir.

Mixabin ku dewleta Austuryayê di şûna ku ceza bide qatîlan, wan teslîmê dewleta Îranê kir. Bi vê yekê pê li qanûn xwe û yê navdewletî kir û bû şîrkê terorîstên Îranê.

Gelo em Kurd dijminên xwe çiqas nas dikin?                                                            Gotinek pêşiyan heye dibê: ”Dijminên bav û kalan nabin dostê lawan.” Eger em pêdaçûyinek li ser dîroka Îranê û Kurdistanê bikin, em bibînin ku tu dewletek hov û har wek Îranê ne hatiye ruyê dinyayê. Her çend Tirkiye û Iraq û Sûriye jê kêmtir nebe jî, Îran di hovîtiya xwe da serî dikşîne.

Qetiyamên Îranê li dijî gelê Kurd û serokên wan, ji sala 1502`an da dest pê kiriye û heta îro jî dimeşe. Di serdema Sefevîyan 1502-1836 serdema Qaçariyan 1796-1925, serdema Pehlewîyan 1925-1979 û serdema Komara Îslamiya Îranê heta îro, kuştin û qetliyamên Îranê li dijî Kurdan her berdewam dike.

Di serdema Sefevîyan 1502-1836`an da Şah Îsmaîl, li Tebrîzê 20 hezar û li Diyarbekirê jî di salekî da 15 hezar Kurd daye kuştin. Cîhangîrê kurê mîrê Loristanê Şah Rustem ji aliyê şahê Îranê Tahmest ve hatiye kuştin. Kurê mîr Muhamedî ya Loristanê Şah Werdî di sala 1596`an da ji aliyê Şah Ebbasê Îranê ve hatiya kuştin. Disa serokê eşîra Mukriyaniyan Mîr Qubatxan tevî 150 mukriyaniyan ji aliyê şahê Îranê ve tên qetilkirin.

Piştî têkçûyina desthilatdariya Şêx Ubeydullahê Nehrî,  Şêx Ubeydullah tevî rî û 50 hezar Kurd, ji aliyê şahê Îranê ve tên kuştin.

Dek û dolabên Farisan li dijî serokên Kurdan ne nû ye. Serokê Kurda Şerkoyê Şikak û birayê wî jî ketin dafika farisan û hatin kuştin.

Serokê nemir pêşewa Qazî Muhammed, Sadir Qazî û Seyfî Qazî jî piştî têkçûyina Komara Kurdistanê li Rojhilat, ji aliyê şahê Îranê ve tê li darvekirin.

Kuştina Serokên Kurdan, armaca sereke ya Îranê bû ye. Her tim xwestine ku Kurdan bê serok û bê xwedî bihêlin.

Zulma Îranê ne tenê di nav sînorên Rojhilata Kurdistanê da dewam dike, li derveyê sînoran ango tedaxulê hemû beşên Kurdistanê jî dike. Zêde ne dûr, berî du salan bi alîkariya komek xiyanetkaran bi leşkerên xwe yên li Iraqê Heştî Şabî û tevî leşkerên Iraqî, erîş birin ser bajarê Kerkukê û bajar ji desthiladariya Kurdan derxist û teslîmê Iraqê kir.

Rejîma Îranê nuha jî, tevî hevkarê xwe yê Tirkiyê û bi alikariya hêzên ku li dijî dewletbûna Kurdistanê ne, hemû erîş û hewildanên wan têkbira Hukumeta Federal ya Herema Kurdistanê ye…

Gelo çima Austurya qatîlên Qasimlo serbets berdan?                                                           

Ez li ser vê pirsê gelek fikirîm. Ez di wê qeneatê da me ku tu dewletên Cîhanê ji bo xatirê Kurdan peyvendiyên xwe yê dewletî navêjin nav xeterê. Peyvediyên dewletan bi hevra, ne li ser bingeha demokratî û mafên mirovî ye, hemû têkiliyên wan li ser berjewendiyê welatên wan çê dibe. Heq, huqûq, demokratî û mafên mirovan, ne li gel berjewendiyên wan be, tu qîmeta wan tune ye. 

Ew yeka jî eşkere dike ku heta nuha çi hatiye serê me Kurdan, ji bê dewletbûna me bû ye!

Li vir, piştgirî û parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê, Piştigirî û rêzgirtin li serweriya Hukumeta Federal a Kurdistanê, girîngiya xwe pi bi zelalî dide xweya kirin. Piştgirî û rêzgirtin li serweriya Hukumeta Federal a Kurdistanê, li jiyan mayîna Kurd û Kurdistanê ye.

Bi hestên doza dewletbûyina hemû serokên Kuran, Nemir Ebdulrehman  Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim!

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin