Ala Kurdistanê û Pêşmergeyên Qehreman ji bo gelê me pir girîng in.
Ala Kurdistanê cara yekemîn di sala 1927’an de ji aliyê Komeleya Xoybûnê ve di Serhildana Agiriyê de hatîye hildan. Paşê di sala 1946’an de, bi destê Komara Kurdistanê weke Ala Neteweyî ya Kurdan hate bilindkirin. Di sala 1992’an de jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî fermî weke Ala Neteweyî ya Kurdistanê hate pejirandin.
Ala Kurdistanê alaya neteweya Kurd e û ji bo her Kurdekî pîroz e.
Ji KOMKAR-Almanya yê: Bo Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) ya Almanya yê
Hevalên hêja û têkoşer,
Ji bo vexwendina we gelek spas dikin.
Ala Kurdistanê û Pêşmergeyên Qehreman ji bo gelê me pir girîng in.

Ala Kurdistanê cara yekemîn di sala 1927’an de ji aliyê Komeleya Xoybûnê ve di Serhildana Agiriyê de hatîye hildan. Paşê di sala 1946’an de, bi destê Komara Kurdistanê weke Ala Neteweyî ya Kurdan hate bilindkirin. Di sala 1992’an de jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî fermî weke Ala Neteweyî ya Kurdistanê hate pejirandin.
Ala Kurdistanê alaya neteweya Kurd e û ji bo her Kurdekî pîroz e.
Navê leşkerên Kurdistanê jî Pêşmerge ye. Pêşmerge qehremanên gelê me ne. Di parastin û têkoşîna azadiya gelê me de cihê wan taybet û dîrokî heye.
Hevalên hêja û têkoşer,
Em weke Yekîtiya Komelên Kurdistanê (KOMKAR) li Almanyayê, ji çalakiya ku hûn ji bo Roja Ala Kurdistanê û Roja Pêşmergeyên Qehreman lidar bixin gelek kêfxweş in û bi dil û can piştgirî didinê we çalakîye.
Bijî Ala Kurdistanê û Pêşmergeyên Qehreman!
Bijî tevgera azadîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê!
Serokê KOMKARê yê Almanyayê
Sabahattîn Aras
14’ê Mijdara 2025