Di 21ê Sibata 1952an de, li Bangladeşê, di nav xwendekarên Zanîngeha Dhaka de, di pevçûnên ku pêk hatin de, ji bo bîranîna çar xwendekarên ku jiyana xwe ji dest dan, 21ê Sibatê wek “Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê” hat qebûlkirin; ev roj di sala 1999’an de ji alîyê UNESCO ve hat ilan kirin.
Divê zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî.
Di 21ê Sibata 1952an de, li Bangladeşê, di nav xwendekarên Zanîngeha Dhaka de, di pevçûnên ku pêk hatin de, ji bo bîranîna çar xwendekarên ku jiyana xwe ji dest dan, 21ê Sibatê wek “Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê” hat qebûlkirin; ev roj di sala 1999’an de ji alîyê UNESCO ve hat ilan kirin.
Li Tirkiyê, dema ku Komara Tirkîyê hat avakirin, zimanê Kurdî hat qedexekirin. Kesên ku bi zimanê Kurdî diaxivîn, kovar û rojname derdixistin an jî muzîka Kurdî guhdarî dikirin, hatin cezakirin; ji wan gelek kes bi salan di zindanan de man.
Îro li Tirkîyê nêzîkî 30 milyon Kurd dijîn, lê mixabin zimanê Kurdî di Meclîsa Tirkîyê de wek “zimanê nenas” tê binavkirin. Di van salên dawî de jî zimanê Kurdî wek dersa hilbijartî hatiye dayîn.
Zimanê Kurdî wek dersa hilbijartî gavek pêş e, lê ji bo 30 milyon Kurd têr nake.
Daxwaza gelê Kurd ew e ku zimanê Kurdî ji qonaxa zaroktîyê heta zanîngehan bibe zimanê perwerdeyê û li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî. Îro li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ev maf di jiyanê de tê bikaranîn.
Ji alìye din zimanê Kurdî di nav zimanên cîhanê de ji alîyê dewlemendîya xwe ve di rêza 8an de tê naskirin.
Em bangî dewleta Turk dikin ku zimanê Kurdî di qada hemû jîyanê de wek zimanê resmî li Turkîyê û Bakurê Kurdistanê bê qebûlkirin
Zimanê Kurdî zimanekî devlemend û dîrokî ye, xwedî li zimanê xwe derkevin û bidin jîyandin.
Komkar Yekitîya Komelên Kurdistan-Almanya
20 Sibat 2026