BOKSORÊ KURD AGÎT KABAYEL BÛ ŞAMPÎYONÊ CÎHANÊ!

Di roja 10-01-2026´an de Boksorê Kurd Agit Kabayel di maçek giran de dijberê xwe Damian Knyba nokaut kir. Bi nokautkirina dijberê xwe yê Polonî Damian Knyba di gera 3´an de serkeftinê bi dest xist û bû şampiyoniya cîhanî.

BOKSORÊ KURD AGÎT KABAYEL BÛ ŞAMPÎYONÊ CÎHANÊ!

 

Di roja 10-01-2026´an de Boksorê Kurd Agit Kabayel di maçek giran de dijberê xwe Damian Knyba nokaut kir. Bi nokautkirina dijberê xwe yê Polonî Damian Knyba di gera 3´an de serkeftinê bi dest xist û bû şampiyoniya cîhanî. Di demekê de ku li gelê me li bajarê Helebê li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê erîşek tund û dijwar li ser gelê me tê kirin, Agit Kabayel di vê serkeftinê de gelê xwe yê  Rojavayê Kurdistanê ji bîr nekir û vê serkeftina xwe pêşkeşî Rojavayê Kurdistanê kir.

Agit Kabayel xortekî kurde û di sala 1992´an de  li Almanya´yê ji dayikbûye. Boksorekî profeyonal e. Lê Agît boksorekî xwedî hişmendiyek netewî û niştîmanî ye. Bo serketinê şer dike û her çend hemwelatiyê Alman be jî, bi hişmendî û bi ruhek Kurdistanî şer dike. Ala Kurdistanê li ser milên xwe kêm nake .  Yek ji boksorên giran ên Alman û Ewropî yên herî bihêz e û piraniya maçên xwe de raqîbê xwe dorandiye.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin