Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Çalakiya îro ya komkar û komciwan Swêdê

Çalakiya meha sibatê2020 ́an ya Komkar û Komciwan Swêdê, brunchtema ku li ser hişbir, kriminalitê û çareseriyê bû. Civîn bi beşdariya xortan û dê û bavan ve niqaşek bi germî li ser babetê hate kirin. Li ser egrên pirsgirêkê û çaresrî yan jî kêmkirina pêgiriya hişbirê li ser ciwanan, bi giştî erkêin ciwata kurd li Swêd û bi taybet jî erkên dê û bavan li zarok û xortan gengeşî hate kirin.

Babetek girîn bû û sohbetek bi kêrhatî bi dawî hat. Elbet bi kifşkirin û qebûlkirina hebûna pirsek usa di nav xortên civata kurd da bi serê xwe ginge. Ji ber ku gava civat li hebûna pirsgirêkên xwe mukur bibe, kêmaniya xwe qebûl bike, hingê dikare ji pirsên xwe yên civatî ra çareyen bibîne.

Me wek Komkar û Komciwan bi vî civînê xwest ku bala civata kurd bikşînin ser hebûna pirsek usa di nav ciwanên civata kurd li Swêdê. Emê di vî batê da, xebatên xwe li gor îmkanên xwe bidomînin.

Çalakiyên me yên rûtin wek hêlîna zarokan, folklor, dersa zimanê kurdî û qursa fêrbûna tembûrê wek hemû caran berdewam kir.

[sgdg path=”Çalakiya îro ya Komkar û Komciwan Swêdê”]

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin