KOMKAR/Almanya: Cejna Êzîd li Hemi Êzîdiyên Kurdistanê û Cihanê Pîroz be

Bi pêwana hatina Cejna Êzîd, ku cejneke Olî a gelekî pîroz e li cem Civaka Êzîdî, em vê cejnê ji dil û can li hemi Êzîdîyên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin.

KOMKAR/Almanya: Cejna Êzîd li Hemi Êzîdiyên Kurdistanê û Cihanê Pîroz be

Bi pêwana hatina Cejna Êzîd, ku cejneke Olî a gelekî pîroz e li cem Civaka Êzîdî, em vê cejnê ji dil û can li hemi Êzîdîyên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin.

Cejna Êzîd her sal di meha Kanûnê de tê pîroz kirin. Îsal jî dikevê roja 19.Kanûnê.

Li gor bawerîya Ola Êzdîyetiyê gelek navên Xwedê hene. Wek nîmûne navên weke “Êzî”, “Êzîd”, Ezda, Xweda, Êzdan, Padşa û hwd. hin ji navên Xwedê ne, ku li cem Êzîdîyan têne bikaranîn. Ango bi gotineke din Civaka Êzîdî vê Cejna Êzîd ji bo ku Xwedê tim li bîra xwe bînin çêdikin. Ev cejin jî piştî girtina 9 roj rojî tê pîroz kirin (3 roj ji bo Şêşims, 3 roj ji bo Xwedanan û 3 roj jî ji bo Êzîd).

Herwekî din jî Êzîdî bawermendên Xwedê ne, ango Xwedênasin, û tim û daîm diha (duwa) û îbadetên xwe bi zimanê dayîka xwe, bi zimanê şêrîn û pîroz ê kurdî dikin û bi zimanê xwe Xwedê li bîra xwe tînin.

Hêvîdarin ku ev cejin bibê cihê aşîtî û aramîyê ji bo hemi Civaka Êzîdî û ji bo tevaye û Kurdistanê.

Herweha jî hêvîya me ew e ku hemû koçberên Êzîdî ên di kampên pênaberan de jîyana xwe derbas dikin di zûtirîn wext de bikaribin vegerin ser cih û warên xwe û jîyana xwe di nava aramîyê de derbas bikin.

Em dubare Cejna Êzîd li we teva pîroz dikin. Her sal bi xêr û xweşî pîroz bikin.

KOMKAR-Almanya

19.12.2025

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin