Civîna Bi Bîranîna Mûnzûr Çem

Munzur Çem nivîskar û siyasetmedarê Kurd e. Munzur Çem di sala 1947-an de bi navê Kêxî (Gêxî)  ji dayik bûye.  Wî di sala 1962´an de ji Zanîngeha Erziromê û di sala 1966´an de ji Zanîngeha Dîyarbekirê mezûn bû. Di salên 1971 û 1975´an de jî, ji Zanîngeha Enqerê mezûn bû di artêşê de bû karmendê dewletê.

Munzur Çem nivîskar û siyasetmedarê Kurd e. Munzur Çem di sala 1947-an de bi navê Kêxî (Gêxî)  ji dayik bûye.  Wî di sala 1962´an de ji Zanîngeha Erziromê û di sala 1966´an de ji Zanîngeha Dîyarbekirê mezûn bû. Di salên 1971 û 1975´an de jî, ji Zanîngeha Enqerê mezûn bû di artêşê de bû karmendê dewletê.

Piştî damezrandina PSK´ê sala 1974´an da, di nav refeên PSK´ê da cîh girt û demek dirêj wek endamê Komîteya  Navendî siyaset kir. Piştî cuntaya eskerî li Tirkiyê, wek gelek siyasetmedaran neçar bû derkeve Ewrûpayê. Demek li Almanyayê ma û dûra li Swêd bicîh bû. 10-12 sal berî koça xwe ya dawî wegeriya Almanyayê û li bajarê Berlînê bi cîh bûbû.

Zêdetirî 50 salan e ku Munzur Çem li ser bajar û zimanan lêkolînan dike. Ji wêjeyê bigire heya veguherînên çandî û dîrokî, xebat û çalakiyên Munzur Çemî zimanê Kurdî kiriye çavkaniyek zanînê bû.

Wî bi zimanên Tirkî, Kurdî/dimilkî ( Kirmanckî) roman û çîrokên kurt nivîsandiye, û li ser mijarên aborî, siyasî, çandî, ziman, dîrokî û gotarên siyasî û li ser herêma Dêrsimê jî roman nivîsandiye.

Munzur,  ji bo rojnameyên Özgürlük Yolu, Roja Welat, Dengê KOMKARî, Azadî, Dengê Azadî, Roja Teze, Hêvî û Dema Nû gotarên siyasî nivîsandiye . Her û sa bi navê cuda jî gelek nivîsên wî hene, wekî bi navê H. Toprak, A. Taş, M. Çem, S. Dîlan, Bavê Şîlan, Mîrzalî Çimen, Derweşe Mîrza.

Di salên dawî da jî tevlî Koma Xebatê ya ku taybet li ser Kirmanckî (Zazakî) kar dike, edîtoriya wê kiribû. Çend romanên ku Muzur nivîsîye wekî, romana “Ey Bi Türk, Gülümse Ey Dersim”  Serra 1992 de romana Hotay Serra Usivê Kurzkizî, kilasîk e. Pirtûkên wî yên zarokan Ferhengê yê Kirmanckî – Türkçe (1994), Dêrsim Tayê Kilamê Dersimî (1993), Hawara Dêrsimî (2003) berhemên bêhempa yên mîrateya Kirmanckî ne. Di sala 2005 de pirtûka Hewnê Newroze û  di sala 2007 de jî romana Gula Çemê Perre çap kiriye. Pirtûka wî ya dawî ji bi navê KİĞİ´dan BERLİNE ANILAR e, van rojên dawî ji çapa wî ya duwem di nav weşanên Dengê da hatiye weşandin.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin