Civîna Danasîna Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Bajarê Kiel Pêk Hat

Di roja 24.09.2025´an de Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji bo danasîna  xebat û bernameya Konfederasyonê û rola diyasporayê di pirsa Kurdistanê de, li bajarê Kiel- Almanyayê civînek girseyî li dar xist. 
Axêverên civînê, Rêzdar Şefa Barzanî serpereştiyarê giştî ya Dîska Dîyasporayê li Baregeha Barzanî û Îsmaîl Kamil serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bûn.

Civîna Danasîna Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Bajarê Kiel Pêk Hat

Di roja 24.09.2025´an de Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji bo danasîna  xebat û bernameya Konfederasyonê û rola diyasporayê di pirsa Kurdistanê de, li bajarê Kiel- Almanyayê civînek girseyî li dar xist.

Axêverên civînê, Rêzdar Şefa Barzanî serpereştiyarê giştî ya Dîska Dîyasporayê li Baregeha Barzanî û Îsmaîl Kamil serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bûn.

Civîn ji aliyê Dr. Vîyan serokê Federasyona Revenda Kurdistanî, bi xêr hatina axêver û mêvanan hate kirin. Dû re xulelek rêzgirtin bi surûda netewî ve civîn hate vekirin.

Di civîn de axêverê yekem Şefa Barzanî serpereştiyarê giştî ya Dîska Dîyasporayê li Baregeha Barzanî, bi pêşkeşkirina silavên germ yê serokê netewî ya rêzdar Mesud Barazanî, bo hemû mêvan û beşdarên civînê ve dest bi axaftina xwe kir. Şefa Barzanî, di axatina xwe de da diyarkirin ku serok Barzanî girîngîyek mezin dide xebata yekrêziya Kurdên diyasporayê. Girngî dide parastin û pêşvebirina  ziman, kultur û hunera Kurdî, û her wisa girîngiyek mezin dide ew welatên ku Kurd lê dijîn rêz bidin yasa û qanûnên wan welatan, bibin beşek ji civata wan, Di partî û dezgehên demokratîk, parlamento û şaredariyan de cîh bigrên ku him ji bo welatê ku tê da dijîn û him jî ji bo civata Kurd karên baş bikin. Her weha ji bo peydakirina dost, heval û piştgirîyê bo doza azadiya Kurdistanê  kar bikin.

Ji bo wî jî di roja 4-5´ê meha 12´an a 2021´ ê de Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi beşdarî û piştgiriya serokê netewî rêzdar Mesud Barzanî, li Hewlêrê kongreya damezrandinê pêk hat.

Şefa, spasiya serok Barzanî kir ku di roja 25ê meha cotmehê referandûma serxwebûna Kurdistanê li Başûrê kurdistanê pêkanî ku pirtir ji %93 dengan ve daxwaza serxwebûna Kurdistanê hate musogerkirin.

Axêverê duwem rêzdar Îsmaîl Kamil serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, li ser kar û xebatên Konfederasyonê de agahdarî da beşdaran. Li ser hin pirsan, da xuyakirin ku konfederasyon piştgiriya daxwaza  statuyek netewî bo hemû beşên Kurdistanê dike. Yekrêzî û yek dengîya Kurdan li diyasporayê bi girîngî nirxand. Loma jî daxwaz ji kurdên niştecîhên bajarê Kiel´ê kir ku di zûtrîn wext de rêxistina xwe Navenê damezrînin ku ji hemû beşên Kurdistanê Kurd tê de cîh bigrên. Her du axêverên hêja Şefa Barzanî û Îmaîl Kamil, daxwaz kirin ku di hilbijartina de ne tenê namzetên Kurd her wisa girîngî bidin namzetên ku dostên Kurdane jî.

Îsmaîl Kamil da zanîn ku di hevdîtinên bi dezgehên fermî re, her tim madeya 140 ya yasa Iraqê bi bîrtinin ku dive hukumeta Iraqê rêz li îradeya xelkê Kerkuk bigrê. Li ser pirsa jinan, ciwanan û her usa li ser rewşa penaberên Kurd jî bersîva bersîva pirsên ku hatin kirin dayin. Di dawiyê de îşaret bi yekitî û yekrêzîya Kurda bû ku li li bajarê Kolnê di şahiya cejna netewî Newroz a Kolnê de 120 000 Kurd beşdar bû ku hemû mediya û polêsên Alman jî bi erênî behsa Newroz kolnê kiribûn.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin