Dema mirov li dewletên pêşketî dinere, tê dîtin ku ew giringiyek mezin didn ciwanên xwe û ji bo perwerdeya wan bûtçeyên herî zêde vediqetînin.
Dewletên pêşketî baş dizanin ku eger ciwanên wan baş neyên perwerdekirin, di pêşerojê de dewletên wan paş de dimînin û krîzên aborî û civakî derdikevin holê. Ji ber vê yekê, ew girîngiyek mezin didin ciwanên xwe.
Ciwan Pêşeroja Neteweyê Ye
Bekir Topgider
Dema mirov li dewletên pêşketî dinere, tê dîtin ku ew giringiyek mezin didn ciwanên xwe û ji bo perwerdeya wan bûtçeyên herî zêde vediqetînin.
Dewletên pêşketî baş dizanin ku eger ciwanên wan baş neyên perwerdekirin, di pêşerojê de dewletên wan paş de dimînin û krîzên aborî û civakî derdikevin holê. Ji ber vê yekê, ew girîngiyek mezin didin ciwanên xwe.
Bo nimûne, civaka Alman.
Ew dibêjin ku ji bo aboriya wan pêşketî bimîne û rastî krîzan neyê, divê malbatên Alman bizewicin û zarokan bînin dinyayê. Ji bo vê yekê, ji bo her zarokekî pereyek baş didin malbatan û dihêlin ku dayik salek zêdetir li malê bimînin da ku li zarokên xwe binerin û di heman demê de mûçeyekî bistînin.
Ji aliyê din ve, dewleta Alman ji bo ku kar û xebatên welêt bi rê ve biçin û civaka Alman di warê aboriyê de bi tengasiyê nekeve, ji gelek welatan ciwanên zana û pispor tîne Almanyayê.
Niha, dema em li welatên Ewropayê dinerin, hejmarek mezin a ciwanên Kurd li van welatan dijîn. Ev ciwanên Kurd bi gelemperî çend zimanan dizanin û bi pergala perwerdeya welatên pêşketî hatine perwerdekirin. Di salên dawiyê de, mirov li daîreyan, dibistanan, bankan û cihên wiha dibîne ku ciwanên Kurd li van deran kar dikin û xebatan bi rê ve dibin. Hin ji van ciwanan jî berpirsiyariyên girîng digirin ser xwe.
Di qada siyaseta welatên Ewropayê de jî ciwanên Kurd bi awayekî çalak di nav siyasete de ne û hinek ji wan bûne parlamenter an jî berpirsên partiyên wan welatan. Ev potansiyela ciwanên di warê lobî û siyaseta navnetewî de ji bo gelê Kurd karekî girîng dike. Ev yek ji bo gelê Kurd cihê şanazî û serbilindiyê ye.
Divê bê zanîn ku di serkeftina van ciwanan de rola komel û saziyên Kurdan gelekî girîng e. Van saziyan ji ciwanan re piştgiriyek baş kirine û ew kirine xwedî tecrube. Lê belê, divê malbatên Kurd jî ji bo pêşeroja ciwanan alîkariyê bikin û wan teşwîq bikin ku herin komel û saziyên Kurdan. Her wiha, divê ciwan ji tiştên xerab bên paraztin û nehêlin ku bikevin rêyên xirab.
Tiştekî ku ez îro dibînim, hin ciwanên Kurd zimanê Kurdî nizanin û di warê nasnameya netewî de kêmayiyên wan hene. Ji ber vê yekê, divê malbatên Kurd ciwanên xwe bibin Kurdistanê, da ku ew welatê xwe, çand û jiyana gelê xwe baştir nas bikin. Dema ew vegerin Ewropayê, dikarin ji bo rizgarî û azadiya gelê Kurd karekî xurt yê lobiyê bikin.
Berî çend rojan, min di Rudaw TV û rûpela Konfedersyona Revenda Kurdistanî de dît ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî gelek ciwanên Kurd ji Ewropayê birine Başûrê Kurdistanê. Ez bi vê xebatê gelek kêfxweş bûm. Divê ev yek her sal bê kirin.