Divê Hunermend û Nivîskarên Kurd Azad Bifikirin û Binivîsin.
Dema ku em li dîrokê û welatên pêşketî dinerînin, em dibînin ku rola hunermend û nivîskaran di pêşketina civakan de pir girîng bûye. Ev yek ji bo gelê me jî girîng e.
Daxuyani ya Yekitiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR li Almanya
KOMKAR- Almanya daxuyaniyek li ser erîşên li ser hunermendan belav kir. Deqqa daxuyaniyê wekî li jêr e.
Divê Hunermend û Nivîskarên Kurd Azad Bifikirin û Binivîsin
Dema ku em li dîrokê û welatên pêşketî dinerînin, em dibînin ku rola hunermend û nivîskaran di pêşketina civakan de pir girîng bûye. Ev yek ji bo gelê me jî girîng e.
Hunermend û nivîskarên Kurd û Kurdistanê di dîroka gelê me de ji bo pêşketina neteweya Kurd roleke mezin û nirxdar lîstine. Heke îro zimanê Kurdî hîn zindî ye û di nav jiyanê de cih digire, ev yek bi saya xebat, fedakarî û berxwedana nivîskaran e. Heke çanda me hîn dijî û dewlemend e, di vê qadê de rola hunermendên Kurd roleke bingehîn û sereke ye.
Çend roj berê, hunermendê Kurd ê navdar û hezkirî Mem Ararat li ser medyaya civakî videoyeke kurt parve kir. Di wê videoyê de wî anî ziman ku hin sazî û partiyan li hemberî xebata wî neheqî û astengiyên mezin çêkirine.
Piştî belavbûna vê videoyê, di nav civaka Kurdî û medyaya civakî de gengeşiyeke fireh derket holê. Gelek kes û hunermend piştgirî dan daxwaz û helwesta Mem Ararat.
Em bawer dikin ku divê hunermend û nivîskar azad biafirînin, azad bifikirin û bêyî zext û zorê, bê destwerdana siyasî xebata xwe bidomînin. Azadiya afirandinê û nivîsandinê bingeha pêşketina civakî û çandî ye.
Em wek Yekîtiya Komelên Kurdistanê (KOMKAR), ji roja damezrandina xwe heta îro, piştgirîya xwe ji bo hunermend û nivîskarên Kurd nîşan daye û emê vê helwesta xwe bidomînin. Em bawer dikin ku divê hunermend û nivîskarên Kurd xebata xwe bi azadî pêk bînin û tu hêz an partî li ser wan zext û zorê neke.
Ji ber vê yekê, em qêrîn û daxwaza hunermendê Kurd ê navdar Mem Ararat baş fam dikin û piştgirîya xwe ji bo wî diyar dikin.
Yekîtiya Komelên Kurdistanê (KOMKAR)
17.05.2026