Daxuyaniya KOMKAR-Almanya ji bo Raya Giştî

Nêzîkî du salan e ku li Tirkiyeyê pêvajoyek dimeşe û di vê pêvajoyê de paradîgmayek nû derketiye holê. Tekez kirina li ser hevpeymaniya dîrokî ya di navbera Yavuz Sultan Selim û Îdrîs-î Bitlîsî de wekî xalek referansê bi xwezayî di nav civaka Elewî de bûye sedema fikar û fikrên cidî.

Daxuyaniya KOMKAR-Almanya ji bo Raya Giştî

Nêzîkî du salan e ku li Tirkiyeyê pêvajoyek dimeşe û di vê pêvajoyê de paradîgmayek nû derketiye holê. Tekez kirina li ser hevpeymaniya dîrokî ya di navbera Yavuz Sultan Selim û Îdrîs-î Bitlîsî de wekî xalek referansê bi xwezayî di nav civaka Elewî de bûye sedema fikar û fikrên cidî.

Rewşenbîrên Elewî bîranîn û fikarên xwe yên li ser vê referansa dîrokî bi raya giştî re parve kirine; wan nirxandinên xwe anîne ziman ku di vê serdema dîrokî de bi deh hezaran Elewî hatine qirkirin.

Tevî sedsalan jî, rastiyek nayê înkarkirin ku bûyerên dîrokî di bîra kolektîf a civakan de şop û trawmayên kûr dihêlin. Ji ber vê yekê, ji bo rewşenbîrên Elewî bi tevahî rewa ye ku li ser bingeha bîra xwe ya dîrokî û ezmûnên xwe yên civakî nerîn, rexne û fikarên xwe diyar bikin. Gefxwarin, hedefgirtin an tawanbarkirina van rewşenbîran bi dijberiya aştî û pêvajoya berdewam nayê qebûlkirin.

Bi heman awayî, ne tenê mafekî demokratîk e, lê di heman demê de berpirsiyariyeke civakî ya girîng e ji bo rewşenbîr, welatparêz, derdorên siyasî, komên olî û beşên civakî yên cuda ku nêrîn û fikrên xwe yên di derbarê pêvajoya berdewam, paradîgmaya nû ya ku tê pêşkêşkirin û polîtîkayên entegrasyonê de bi raya giştî re parve bikin.

Kesên ku van nêrînan diyar dikin di bin gefê de ne. Ev nayê qebûlkirin ku nêrînên van koman ji hêla derdorên Partiya DEM û PKK ve wekî “dij-aştî” an “alîgirê şer” têne binavkirin.

Wekî KOMKAR, em bi zelalî dibêjin: Aştî nikare bê wateya bêdengkirina nêrînên cuda an jî ferzkirina nêzîkatiyek siyasî ya yekane li ser hemî beşên civakê. Rêya aştiya mayînde û civakî di îfadeya azad a nêrînên cuda, nîqaşa demokratîk a rexneyan û berçavgirtina bîranîn, hesasiyet û fikrên dîrokî yên beşên cuda yên civakê de ye.

Di pêvajoyek ewqas girîng a di derbarê pêşeroja gelê Kurd de, îfadeya raman û fikran ji hêla rewşenbîr, derdorên siyasî, komên olî û beşên cuda yên civakê yên Kurd ve divê wekî “alîgirê şer” an “dij-aştî” neyê hesibandin.

Derbirîna ramanên cuda nayê wê wateyê ku li dijî aştiyê bin. Rexne nayê wê wateyê ku pêvajoyê sabote bikin. Derbirîna fikran nayê wê wateyê ku şer were parastin.

Berevajî vê, ji bo aştiyeke civakî ya demokratîk û mayînde, şertek bingehîn e ku ramanên cuda di bin şert û mercên garantîkirî de bi awayekî azad werin îfadekirin, bîranînên dîrokî û hesasiyetên civakî werin berçavgirtin û tu beşek ji civakê nekeve bin zexta siyasî an civakî.

Em wekî KOMKAR, ji bo parastina mafê civaka Kurd û civakên olî yên cuda yên ku xwe bi awayekî azad îfade bikin, ji bo ku ramanên cuda bi gef û zextan neyên bêdengkirin û ji bo ku pêvajoya berdewam ji bo beşdarbûna hemî beşên civakê, nîqaşa azad û diyaloga demokratîk vekirî be, parêzvaniyê dikin.

Em Kurd, gelekî mezin´in ku ji beşên ku xwedî bawerî û kevneşopiyên civakî yên cuda ne pêk tên. Elewî, Sunnî, Êzîdî, Kakayî, Fe’ilî, Yaresanî û civakên olî yên din hemî beşên cihêrengiya dîrokî û civakî ya civaka Kurd in. Her çend di demên berê de ji aliyê hêzên cûrbecûr ve em li dijî hev hatin bikaranîn, ji hev hatin parçekirin û li dijî hev hatibin şerkirin    jî, em xwedî dîrokeke hevpar, bîranîneke civakî ya hevpar û pêşerojeke hevpar in.

 Di vê qonaxê de, divê destûr neyê dayîn ku tu kes beşên cuda yên civaka Kurd li dijî hev bikarbînin, parçekirin an jî wan li dijî hev sor bikin.. Divê em cudahîyên xwe ne wekî sedemek ji bo pevçûnê, lê wekî dewlemendiyeke jiyana me ya civakî ya hevpar bibînin.

Riya aştiyê ne di bêdengiyê de, lê di axaftinê de ye; ne di ferzkirinê de, lê di diyalog û toleransa demokratîk de ye.

KOMKAR – Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê Li Almanya

16ê Îlonê, 2026

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin