Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê xwepêşandana girseyî ya li Bonnê.

Di demekê de ku Kurdistan, bi taybetî Rojavayê welat, di qonaxeke dijwar û hestiyar de derbas dibe, Konfederasyona Revenda Kurdistanî biryar da ku mezintirîn xwepêşandana girseyî li dar bixe. Ev çalakîya mezin dê di 31.01.2026’an de, li bajarê Bonnê yê Almanyayê, bi armanca piştgirîkirina her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê, her wiha gihandina dengê sîtem û mezlûmîyeta gelê Kurd bo navendên biryardar ên cîhanê, were lidarxistin.

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê xwepêşandana girseyî ya li Bonnê.

Kurdistaniyên dilsoz…
Di demekê de ku Kurdistan, bi taybetî Rojavayê welat, di qonaxeke dijwar û hestiyar de derbas dibe, Konfederasyona Revenda Kurdistanî biryar da ku mezintirîn xwepêşandana girseyî li dar bixe.
Ev çalakîya mezin dê di 31.01.2026’an de, li bajarê Bonnê yê Almanyayê, bi armanca piştgirîkirina her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê, her wiha gihandina dengê sîtem û mezlûmîyeta gelê Kurd bo navendên biryardar ên cîhanê, were lidarxistin.
Em ji hemû Kurdistaniyên diyaspora yên li welatên Ewropayê daxwaz dikin ku bi yekîtî û bi bilindkirina ala pîroz a Kurdistanê, bi awayekî çalak beşdarî vê kombûna neteweyî de bibin.
Konfederasyon her hewldanek bo partîtîkirin an jî siyasîkirina vê xwepêşandanê ji aliyê her alî û komekê ve, bi tundî red dike.
Di vê qonaxê de ku ax û gelê me rûbirûyî metirsî û bobelatan bûne, erka neteweyî ya her kesî ye ku nakokiyên siyasî li dû xwe bihêlin û tenê wek yek deng, yekgirtî û yekîtiya gelê Kurd nîşanî hemû cîhanê bidin.
Bijî Kurd… Bijî Kurdistan…
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
29.01.2026

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin