Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Daxwaza Aşîtiya Navxweyî

KOMKAR.eu; Daxwaza Aşîtiya Navxweyî Ji hêzên Kurdîstanî dike!

Îro 1 ́ê Îlonê roja aşîtiyê li Cîhanê. Aşîtî, demokrasî, wekhevî, maf û azadiyên mirovî, azadiya olî kulturî, û pêkve jiyanê, xem û xeyalên hemû kesên mirovhez e.

Em Kurd, li welatê xwe ji van maf û azadiyên mirovî bê par in. Li Rojhilatê Kurdistanê hema hema her roj keç û kurên azadîxwaz ji aliyê rejîma xwînrij a Îranê ve tên îdamkirin. Rejîma hav ya Îranê biryar daye ku di roja 4 ́ê Îlonê da Rahîm Hoseyîn Hoseînpenahî îdam bike!

Li Tirkiyê, bi kurdî fîtikandin jî dikare bibe sûc. Piraniya rewşenbîr, azadîxwazên Kurd û Tirk, yan li zîndanan da ye yan jî li derveyê welat in. Yên mayî jî li Kurdistanê di Rewşa Awete da hemû cure xebatên demokratîk li wan qedexeye.

Dewleta Tirk û Îranê, qîma xwe bi zulma ku di nav sînorên dîyar da naynin, erîşê beşen din yê Kurdistanê dikin. Li dijî Kurdan, Alîkariya rêxistinên terorîst yên wek Heştî Şab, Hizbullah û OSO yê dikin. Bi hevra planên muşterek çê dikin. Bajarên Kurdistanê Kerkûk û Efrînê dagîr kirin. Şengal hate wêran kirin. Kurdên ezîdî qetil kirin.

Kurd, ji cîh û warên xwe bi zorê tên koç kirin. Li gund û bajarên Kurdan Ereb tên niştecîh kirin. Bi vî ewyî dixwazin demografya ya Kurdistanê biguharînin.

Werin berê ku em aşîtiyê li Cîhanê bixwazin, em Kurd li Kurdistanê aşîtiya nav xwe pêk bînin. Hev û din hembêz bikin. Li dor nirxên netewî yên Kurdistanê yekitiya xwe pêk bînin, Li hember dagîrkeran yek deng bin.

Eger em li hember dijmin yek deng nebin, emê daxwaza aşîtiyê li kî bikin?

Qeyrana aborî û civakî ya ku li Tirkiyê û Îranê heye û her usa aloziya ku li Sûriyê heye, hemû jî di israrkirina siyaseta dagîrkeriya Kurdistanê ye.

Heta ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê, êş û azarên dayikên Kurdan di dilên xwe da hîs nekin û mafên Kurdan nas nekin, wê nikaribin di nav huzûrê da bijîn

Aşîtî, li Rojhilata Navîn, bi naskirina mafên Kurdan ve pêk tê… 1.09.2018

KOMKAR.eu
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin