Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Dayikên rojên Şemiyê tenê nehêlin!

Dayikên Rojên Şemiya tenê nehêlin!

Dayikên Şemiyêdi di 700 mîn hefteya çalakiya xwe da rastî erîşên plêsan hatin. Wek tê zanîn Dayikên Şemiyê, ji bo zarokên xwe yên wendayî çalakiyên rûniştinê li dar dixin ku hewara êş û azarên xwe bigîhînin raya giştî ya Tirkiyê û Cîhanê.

Dayikên Rojên Şemiyan, vê heftê jî çalakiya xwe li Îstembolê danî, lê vê carê jî rastî tund û tûjî ya polêsan hatin. Hinek ji çalakvanên Dayikên Şemiyê birîndar bûn.

KOMKAR.eu, erîşên li ser Dayikên Şemiyê mehkûm dike û piştgiriya Dayikên Şemiyê yên dil şevitî dike.

Tirkiye ber bi rewşek gelek xerabtir va diçe. Tund û tûjî,heps û zîndan, huzûr û aramiyê nayne Tirkiyê. Heta ku desthilatdarên dewleta Tirkiyê, êşa Dayikên Şemiyê di dilê xwe da nejî, huzûr û aramî jî nayê Tirkiyê.

Dayikên Rojên Şemiya tenê nehêlin

KOMKAR.eu
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin