Wekî ku hûn jî dizanin, di 14’ê Îlona 2025’an de li eyaleta NRW ya Almanyayê hilbijartinên şaredarî û meclîsê pêk hatin. Di van hilbijartinan de, siyasetzan jîr û jêhatî, xatûna Kurd Berîvan Aymaz, namzeta şaredariya bajarê Kolnê bû. Di hilbijartinê de Berîvan di nav namzetan de dengên herî zêde wergirt. Lê ji ber ku tu namzetan ji sedî 50’î yê dengan negirt, hilbijartin dê di tura duyem de, di roja 28’ê Îlonê de, were kirin.
Dengê Xwe Bidin Berîvan Aymaz

Koln bajarêkî navdar e û li Almanya yê çaremîn bajarê herî mezin e. Ji ber vê yekê, hilbijartina şaredariyê jî gelekî girîng e. Ger jineke Kurd bibe şaredara Kolnê, ev yek ji bo Kurdan dê serbilindiyeke mezin be.
Em wekî Komkar/EU bang li Kurdên ku li Kolnê dijîn dikin ku di roja 28’ê Îlonê de biçin ser sindoqan û di tura duyem a hilbijartinê de dîsa dengê xwe bidin Berîvan Aymaz. Her weha, ji heval û nasên xwe yên ku li bajarê Kolnê dijîn re jî bêjin ku dengê xwe bidin Berîvan Aymaz.
Eger Berîvan Aymaz hilbijartina şaredariyê bi ser bixe, ev yek ji bo me Kurdan dê serbilindiyeke pir mezin be. Werin, em hemû bi hev re dengê xwe bidin Berîvan Aymaz û bila Berîvan wekî jineke Kurd bibe şaredara Kolnê.
Serketina Bêrîvan Aymaz´ê, serketina Kurdên diyasporayê ye, bi taybet jî serketina serketina Kurdên niştecîhên bajarê Kolnê ye!
Roj, roja xebatê û serkeftinê ye!
Komkar/EU