Derbarê Dîrok û Pêşeroja Diasporaya Kurdan de

Di demên dawî de em dibînin ku li ser rewşa heyî û pêşeroja diasporaya Kurdan nîqaşên tên kirin. Bêguman nîqaşkirina vê mijarê girîng û pêwîst e jî. Lêbelê, dema ku em li van nîqaşan dinêrin, piraniya nirxandinan gelek caran li ser bingeha agahiyên kêm û hin pêşdaraziyan tên avakirin.

Derbarê Dîrok û Pêşeroja Diasporaya Kurdan de

Bekir Topgider
Beşa 1
Di demên dawî de em dibînin ku li ser rewşa heyî û pêşeroja diasporaya Kurdan nîqaşên tên kirin. Bêguman nîqaşkirina vê mijarê girîng û pêwîst e jî. Lêbelê, dema ku em li van nîqaşan dinêrin, piraniya nirxandinan gelek caran li ser bingeha agahiyên kêm û hin pêşdaraziyan tên avakirin.
Li gorî min, dema ku em diasporaya Kurdan binirxînin, bêyî ku em ezmûnên rêxistinbûna berê û şert û mercên neteweyî û navneteweyî yên wê serdemê li ber çavan bigirin, ne mimkûn e ku em bigihîjin encamên saxlem. Avakirina rêxistinên berê an jî tenê wekî şaş nirxandina wan, têgihîştina rast a pirsgirêkên ku rêxistinbûna diasporayê îro û sibê dikare bi wan re rû bi rû bibe, dijwartir dike. Ev jî dikare rê li ber derketina modelên rêxistinbûnê yên bihêz û saxlem ku diasporaya Kurdan hewceyê wan e bigire û bibe sedema ku nîqaş di nav çerxekî bêencam de berdewam bike.
Ji bo ku ev mijar bi awayekî saxlem, avaker û berfirehtir were nirxandin, pêwîst e ku em li ezmûnên rêxistinbûna diasporaya Kurdan di çil-pêncî salên dawî de binêrin.
Eger em rêxistinên xwendekaran ji vê nîqaşê derve bihêlin, em dikarin bibêjin ku yekem rêxistinên girseyî yên di diasporayê de li Almanyayê derketine holê. Di nav wan de, bi navên wê demê, Federasyona Komelên Karkerên Kurdistanê (KOMKAR), Komelên Karkerên Demokratên Kurdistanê (KKDK) û KOÇKAK hebûn. Li Swêdê FKK Sweden çalakî dikir; di salên paşîn de jî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Navenda Lêkolînên Kurdî (NAVEND) ya li Almanyayê û paşê Civaka Kurd li Almanyayê ji nav saziyên girîng ên diasporayê bûn. Ji bilî van, gelek kom û rêxistinên nêzîkî PKK-yê jî di nav diasporayê de xwedî avahiyek rêxistinî ya çalak bûn.
Van rêxistinan bi sûdwergirtina ji derfetên demokratîk ên welatên ku tê de bûn, di parastina nasnameya Kurdî, gihandina pirsgirêka Kurdan bo raya giştî ya navneteweyî û pêkanîna hewcedariyên civakî, çandî û siyasî yên civakên Kurd ên diasporayê de rolek girîng lîstine. Dibe ku her serdemek şêwaza xwe ya rêxistinbûnê hebe û divê di şert û mercên dîrokî yên xwe de were nirxandin. Bi şert û mercên îroyîn rabûna ser dîrokê û tevahî rêxistinên wê demê şaş ilan kirin şirovekî rast nîne. Ya herî girîng ev e ku em bi sûdwergirtina ji ezmûnên berê û yên îroyîn nîqaş bikin ka rêxistinbûnên diasporayê çawa dikarin bêtir bihêz, demokratîk û berfireh bibin.

Îro pêşketinên di teknolojiyên ragihandinê de, guherîna avahiya nifşên koçber û veguherînên ku di siyaseta navneteweyî de qewimîne, erk û berpirsiyariyên nû datînin ser milê rêxistinbûnên diasporayê. Bi taybetî, beşdarbûna zêdetir a nifşên duyem û sêyem ên Kurdan di pêvajoyên civakî û siyasî yên welatên ku lê dijîn de, taybetmendiya xebatên diasporayê jî diguherîne. Ji ber vê yekê, dema ku pêşeroja diasporaya Kurdan tê nîqaşkirin, hewce ye ku perspektîfek nû ya rêxistinbûnê hebe ku hem ji ezmûnên berê sûd werdigire hem jî bersivê dide hewcedariyên îroyîn.
Pêşeroja diasporaya Kurdan tenê li ser rexnekirina rabirdûyê nayê avakirin; divê li ser nirxandina rast a ezmûnên berê, analîzkirina saxlem a rastiyên heyî û pêşxistina têgihîştinek rêxistinbûnê ya berfireh ku li dora armancên hevpar were avakirin. Nêzîkatiyek ku dikare beşên siyasî, çandî û civakî yên cuda yên diasporayê bîne cem hev, pirrengî bingeh bigire û li dora nirxên neteweyî yên hevpar bicive, dê di pêşerojê de bibe alîkar ji bo avabûna diasporayek Kurdî ya bêtir bi bandor û bihêz.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin