Di 7ê Îlonê 2025an de, li bajarê Maastrichtê yê Hollandayê, festîvaleke navneteweyî ya hunerî hate lidarxistin.

Ji gelek welatan mamoste û aktîvîstên hunerî beşdarî vê festîvalê bûn û berhemên xwe li cihê ku ji bo festîvalê hatibû amadekirin, pêşandan kirin.

Li ser navê Kurdan, mamosteyê hunerî Ahmed Abdo beşdarî festîvalê bû. Ahmed Abdo ji Rojavayê Kurdistanê, ji navçeya Çiyayê Kurmanc e. Mamosta Abdo heta niha ji aliyê Qraliyeta Hollandayê û çend şaredarên bajarên cuda ve gelek caran hatiye xelatkirin.

Aktîvîsta siyasî Xanim Maya jî beşdarî vê festîvalê bû. Xanim Maya di festîvalê de derbarê bûyera Jîna Emînî de axivî û agahiyên berfireh bi beşdarên festîvalê re parve kir.

Ji gelek neteweyan mirovên cuda beşdarî festîvalê bûn. Berpirsê PSK ya Hollandayê û endama meclisa derveyî welat Metîn Kelekvan, ligel çend hevalên Komkarê, di festîvalê de amade bûn û di warê wergêraniya ziman de alîkarî kirin.

Festîval di 7ê Îlonê de heta saet 20:00an bi serkeftî berdewam kir û bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin