Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Di 8´ê Adarê de, jiyanek azad bo jinan!

Konfederasyona Komeleyên  Kurdistanê li Ewrûpa                                                      

Konfederationen för Kurdistans Föreningari Europa 

Confederation of Associations from Kurdistan in Europa

Konföderation der Vereine aus Kurdistan in Europa 

                                             

Di 8´ê Adarê de, jiyanek azad bo jinan!

Jin, bi hemû êş û azarên xwe, bi xem û xeyalên xwe, bi dayikbûn, bi jinbûn, bi keç û xwîşkbûna xwe, bi bedenên xwe yên nazik û lawaz, lê bi dilên xwe yên mezin, bi îradeya xwe ya xurt, dixwazin  jiyanek bê şîdet û azad  bijîn!

Di 8´ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan de, 8´ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jiyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.  

Di serdema teknolojî û îlmê de, diviya jiyana jinan de, di warê demokratî û wekheviyê de pêşkeftinên ber bi çav pêk hatiba. Bi giştî di pirsa muşterek ya jinan wek; şîdet, tacîz û cudayetiye de, di nav civatê de agahdarî û zaniyariyek têr û tije belav bûya û di civatê de têgîhiştinek pêk hatiba. 

Îro di nav jinên Kurd de, dixtor, endazyar, nivîskar, parêzvan (avukat), hunermend û şaîr gelek in. Di dem û dezgehên demokratîk û siyasê de jinên Kurd hene û siyaset dikin. Endamê parlamentoyê ne. Elbet evana pêşkeftinên baş in di nav civata Kurd de. 

Li welatê me şîdeta li dijî jinan de li gor berê kêmbûn xweya be jî, lê hîn jî tund û tûjî li dijî jinan di nav civata Kurd de berdewam e, jin neheqiyek mezin dibînin. Hîn jî şîdetek mezin li dijî jinan tê bikaranîn, hîn jî keç bi hinceta ”namûs û şerefê” ji aliyê kesên nêzî  xwe ve tên kuştin. Hîn jî jin, têra xwe di civatê de cîhê  negirtiye.

Jinên Kurd ne tenê ji ber jinbûna xwe, her wisa ji bo nasnama xwe ya netewî jî zulmê dibînin.  Di şerê ku li dijî gelê Kurd tê kirin da, tedaya herî mezin jin dibîne.  Ev zulma, di jiyana rojane de jî her berdewam e. 

Ev çend salên dawî li herema Rojhilata Navîn û li Kurdistanê li dijî rejîmên dagîrker û DAÎŞ a terorîst, şer her berdewam e. Bi hezaran jin û zarok penaber bûnin. Di jiyana penaberiyê da tûşî gelek zehmetî û astengiyan dibin.

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa / KOMKAR-EU,  tund û tûjiya li hember jinan mehkûm dike û ji bo jiyanek demokratîk, azad û wekhev tê dikoşe. 

Jin, bi hemû êş û azarên xwe, bi xem û xeyalên xwe, bi dayikbûn, bi jinbûn, bi keç û xwîşkbûna xwe, bi bedenên xwe yên nazik û lawaz, lê bi dilên xwe yên mezin, bi îradeya xwe ya xurt, dixwazin  jiyanek bê şîdet û azad  bijîn. 

KOMKAR-EU, bi munasebeta 8´ê Adarê, ji hemû jinên cîhanê ra û bi taybetî jî, ji jinên Kurd ra, jiyanek azad û bextewar dixwaze.

08.03.2020

                                              

 

KOMKAR.eu Gustavslundsvägen 168 A 1Tr. Bromma

Sweden

 

info@komkarold.local  

 HYPERLINK “http://www.komkar.eu” www.komkar.eu

 HYPERLINK “mailto:komkar-merkez@web.de” 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin