Di nivîsa xwe ya berê de, min behsa xebatên lobî û dîplomasîya rêxistinên Kurd yên ku di dîasporayê de çalak in kiribû, herwiha behsa destkeftîyên girîng yên ku di encama van xebatan de hatine bidestxistin û nerazîbûna ku van çalakîyan li ser dewletên dagîrker çêkirine, kiribû. Lê divê bê gotin ev destkeftîyên ku di dîasporayê de bi salan bi ked û hewildanên mezin hatibûn bidestxistin, ji ber çalakîyên PKK yên li Ewropayê bi awayekî girîng zirar dîtin û qels bûn.
Di derbarê dîrok û pêşeroja dîasporaya Kurdan de…
Beşa 3
Bekir Topgider
Di nivîsa xwe ya berê de, min behsa xebatên lobî û dîplomasîya rêxistinên Kurd yên ku di dîasporayê de çalak in kiribû, herwiha behsa destkeftîyên girîng yên ku di encama van xebatan de hatine bidestxistin û nerazîbûna ku van çalakîyan li ser dewletên dagîrker çêkirine, kiribû. Lê divê bê gotin ev destkeftîyên ku di dîasporayê de bi salan bi ked û hewildanên mezin hatibûn bidestxistin, ji ber çalakîyên PKK yên li Ewropayê bi awayekî girîng zirar dîtin û qels bûn.
Di vê demê de PKK li Almanyayê li otobanên ku ji bo pergala veguheztina welêt girîng bûn, çalakîyên girtina rêyan pêk anîn. Di dema desttêwerdana hêzên ewlehîyê de pevçûn derketin û piştre jî çalakîyên bertekî hatin lidarxistin. Ji bilî vê, di raya giştî de jî hat ragihandin ku ne tenê li dijî kesên mixalifên di nav xwe de, lê herwiha li dijî endam û kadroyên rêxistinên din yên Kurd jî êrîş û kujtinên siyasî pêk anîne.
KOMKAR û rêxistinên din yên Kurd gelek caran diyar kirin ku çalakîyên girtina otobanan û kujtinên siyasî zirarek mezin didin têkoşîna netewî ya Kurdan. Di vê çarçoveyê de, ji bo rawestandina van çalakîyan, wan di wê demê de bi berpirsên PKK yên li Ewropayê re gelek hewildan kirin. Lêbelê, tevî hemû hişyarî û bangan, ev bûyer demek dirêj berdewam kirin.
Berpirsên PKK yên wê demê ev çalakî paraztin û di daxuyanîyên xwe yên ji raya giştî re gotin: “Çalakîyên girtina otobanan fermana serokê me ye. Emê Ewropayê jî bikin Botan”.
Di encamê de, çalakîyên girtina otobanan yên ku ji alîyê PKK’ê ve hatin pêkanîn, herwiha êrîşên li dijî mixalifên xwe û kadroyên rêxistinên din yên Kurd, bi awayekî girîng zirar dan destkeftîyên siyasî û civakî yên ku KOMKAR û rêxistinên din yên Kurd di dîasporayê de bi keda salan bi dest xistibûn. Ev pêşketin bûn sedem ku di raya giştî ya Ewropayê de sempatî û piştgirî ji bo Kurdan kêm bibe, û wêneyê erênî yê ku di nav salan de bi sebir û kedek mezin hatibû avakirin, bi awayekî mezin zirar dît. Bandora vê têgihiştina neyînî, her çiqasî di astên cuda de be jî, heta îro jî di raya giştî ya Ewropayê de hinekî berdewam e.
Ji bo rakirina vê têgihiştina neyînî, berpirsiyarîyek mezin li ser milên partî, rêxistin û komeleyên Kurdistanî yên ku li dîasporayê çalak in, heye. Bi xebatek bihêz û fedakar, bi helwestek ku karibin sînorekî cidî bikşînin navbera xwe, PKK û sazîyên li derdora wê, dikarin li welatên Ewropayê wê têgihiştina neyînî ya ku ji PKK çêbûye, ji holê rakir.
Herwiha, divê sazîyên ku li derdora PKK ne, li hember çalakî û kiryarên ku di paşerojê de li Ewropayê bi nerînên neyînî hatine pêşwazîkirin, helwestek rexneyî bistînin û nirxandinek navxweyî çêkin; ji ber van çalakîyan ji raya giştî lêborînê bixwazin û bi awayekî vekirî soz bidin ku êdî carek din rêbazên wiha bi kar neynin.