Divê Almanya Jenosîda Şingalê li ber çav bigrê û dersînorkirina Êzîdiyan rawestine.

Çend hefte ne ku hukumeta Almanya ya Federal, partiyên siyasî û çapemenî li ser yasaya nû ya koçberiyê diaxivin û gengeşiyê dikin. Tê gotin ku ew kesên serî li koçberiyê dane û koçberiya wan nehatiye qebûl kirin, wê bên dersînor bikin.

Divê Almanya Jenosîda Şingalê li ber çav bigrê û dersînorkirina Êzîdiyan rawestine.

Bekir Topgider.

Çend hefte ne ku hukumeta Almanya ya Federal, partiyên siyasî û çapemenî li ser yasaya nû ya koçberiyê diaxivin û gengeşiyê dikin. Tê gotin ku ew kesên serî li koçberiyê dane û koçberiya wan nehatiye qebûl kirin, wê bên dersînor bikin.

Di çapemeniyê de tê nivîsandin ku li Almanyayê nêzî 100 hezar Kurdên Êzidî hene, ku hê mafê penaberiyê nestendîne. Metirsî heye ku wan jî dersînor bikin.

Wekî tê zanîn, rêxistina terorîst a DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê li dijî Kurdên Êzidî ferman û jenosîdekî mezin pêk anî. Bi hezaran zarok, jin, kal û xelkê sifîl bi destên wan hovên barbar bi awayekî hovane hatin kuştin. Bi dehhezaran kes ji ber ku nekevin destê wan nemirovan revîyan serê çiyan, di bin tava germa havînê de bê av û nan man, gelek kes di wan şert û mercên dijwar de jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran keç û jinên ciwan bûn esîr û ketin destên terorîstên DAÎŞ’ê. Rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ew keç û jinên Kurd li bazarên koleyan firotin. Hin ji wan di nava demê de hatin rizgar kirin, lê hê jî gelek keç û jin di destên wan de mane asê û winda ne. Heta vê gavê jî çarenûsa wan ne diyar e.

Kurdên Êzidî ji ber van êrişan neçar man ji gund û warê xwe derkevin û li dinyayê belav bikin. Gelek ji wan bi zor û zahmetên mezin hatin welatên Ewropayê. Gelek di rêyan de mirin, gelek jî di deryayan de xeniqîn. Niha jî, piştî wê karesata mezin hatî serê wan, bi taybetî dewleta Alman, ku Jenosîda Şingalê bi fermî nas kiriye, pejirandiye, dixwazê wan Êzîdiyên penaber bi paş da vegerîne, ango dersînor bike.

Wextê dewleta Almanyayê ew komkujiya ku DAİŞê li hember Kurdên Êzidî pêk anîbû weke jenosîd qebûl kir, em weke Kurd bi wê biryarê gelekî kêfxweş bûn.

Lê niha jî dibêjin, gereke ew kesên ku mafê penaberiyê nestendine, bên dersînor kirin. Ev neheqiyeke mezin e li hember wan kesên ku ji ber ferman û jenosîda hovên DAÎŞ’ê revîyane û xwe li welatê Almanya girtine. Ev yek nayê qebûl kirin û ev biryar divê di cî de bê sekinandin.

Kurdên Êzidî rastî êrişeke jenosîdê hatine û ev yek di navbera koçberan de cudahiyekê derdixe holê. Divê dema Kurdên Êzidî tên Almanyayê, ji bo hemûyan bi şert mafê penaberiyê bê dayîn. Ji ber ku DAİŞê ji ber ola Êzidatiyê li hember wan jenosîd pêk aniye. Divê ev kêmasiya heyî bê dîtin û rewşa Êzîdiyan li ber çav bê girtin. Êzîdî wê bi ku de herin? Heta niha jî cî û warên wan ne ewle ne, Şingal jî ne hatiye ava kirin û her di bin kontrola milîsên Îranê de ye.

Weke prensîp, mirov nikare ji Kurdên Êzidî daxwaz bikê ku bi vî awayî cihê bav û kalên xwe biterikînin. Lê taybetmendiya Kurdên Êzidî ew e ku li hember wan jenosîdeke mezin hatiye kirin.

Li Iraqê hê jî metirsiyeke mezin li ser Kurdên Êzidî heye. Parastina Şengalê ji bo Kurdên Êzidî pir girîng e. Her wiha divê jiyana wan a aborî û pêşeroja wan jî bê parastin û li ber çavan bê girtin. Dema hukumeta Almanyayê biryar bide ku ew vegerin ser cihê bav û kalên xwe, divê gelek amadekarî bên kirin: Yek ji wan, parastina aramiya wan be. Ya din, ji bo wan xanî bên çêkirin û xizmetguzarî bên kirin. Ji aliyê din ve, alîkariya aborî bê dayîn ku heta demekê jiyana xwe sererast bikin.

Dema ev yek bên kirin, divê dewleta Almanyayê ji wan kesên ku dixwaze bişîne bipirse û şertên alîkariyê ji wan re bêyî zordarî pêşkêş bike. Kesên ku bi dilê xwe van şertan qebûl bikin, bila biçin. Çûyîna wan divê bi îradeya wan be, ne bi zorê.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin