Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Divê,16´ê Adarê bibe rojeka navneteweyî bo qedexekirina çekên kimyawî.

Îsal li ser karesata Helebçê 32 sal derbas bû. Xelkê Helebçeyê di destpêka meha Adarê de xwe ji bo pîrozkirina cejna Newrozê amade dikir. Berf hêdî hêdî dihelîya, erd reş dibû, çîçek û kulîlk aj didan, sala nû û jiyana nû despêdikir. Rûniştvanên bajarê Helebçeyê xwe ji bo cejna Newrozê amade dikirin. Hizira wê nedikirin ku rejîma faşîst ya Saddam, li ser  wan da bi balefiran jahrên kîmyawî bibarîne.

Rejîma Beas ya dîktator a Iraqê, di 16ê Adara 1988´an de bi çekên kimyawî bajarê Helepçeyê bombebaran kir. 5000 kal û pîr, jin û zarok Kurdên sivîl di nav çend deqîqeyan de bi çekên kîmyawî hatin kuştin. Bi hezaran jî birîndar bûn,  bi sedhezaran Kurd ji cîh û warên xwe koç kirin. Ne tenê însan, hemû jîndar û ajal jî mirin, zad û zewî jî şewitîn. Bi kurtî jiyan li Helbçeyê bi tevayî hate kuştin.   

Gazên kîmyawî cara yekem di dema belavbûna Împaratoriya Osmaniyan de, di sala 1920´an de jî bi fermana Fermandarê Îngiliz Winston Churchill ve hatibû bikaranîn. Churchill, Kurdan wek ” Eşîrên ne medenî” bi nav dikir û li dijî wan, bikaranîna gazên kîmyawî gelek normal didît. ”Eşîrên ne medenî” ku niştecîhên herî kevn yê Mezopotamya yê bûn, ku medeniyetê li dinyayê belavkiribûn.

Churchill, di sala 1920´an de, gazên kîmyawî yên wek; ”Phosphours bombs, war rockets, metal crowsfeet (to maim livestock), man- killing shrapnel, liquid fire  delay-action bombs” li ser Kurdan barandibû.

Mixabin ku parêzvanê bikaranîna gazên kîmyawî Winston Churchill, bi hinceta ”hostatiya wî ya li ser dîrok û biyografîkê”, di sala 1953´an de Xelata Edebiyata Nobelê girtiye. Ev yeka di dîroka însaniyetê de rûpelek reş û şermezariyek mezin vekir. 

Piştî Hiroşîma û Nagazakîyê, dîroka mirovatîyê karesata herî komkuj li Kurdistanê jiya. Eva ne yekemîn car bû ku rejîma faşîst ya Saddam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bi karanîbû û bi sedan Kurd pê kuştibû. Lê Helebçe bû dilopa dawî…

Lê, hemû qesasên Kurdan wek Winston Churchill nehatin xelatkirin. Rejîma Baas ya Iraqê hat ruxandin û li Iraqê sîstemek federalî hat avakirin. Saddam Husên hat îdamkirin, qesasên karesata Helebçeyê yek bi yek hatin mehkemekirin û biryardarê çekên kîmyawî  Elî Hesen El Mecîd ( Elî Kîmyawî ), di roja 25.01.2010´an de bi biryara Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê ve hat îdamkirin.   

Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê, di 28ê meha Sibatê de karesata Helebçeyê wek jenosîd qebûl kir. 

Helebçe birîneke kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de vekirîye. Ew birîn û êşa mezin, tenê dikarê bi azadbûna Kurd û Kurdistanê ve bê pêçandin.

KOMKAR.eu, di 32 mîn salvegera bîranîna şehîdên Helebçeyê de wan bibîrtîne û ji Neteweyên Yekgirtî, ji Yekitiya Ewrûpa yê daxwaz dike, ku rê nedin Helebçeyên nû! 

Her wisa Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu, ji Neteweyên Yekgirtî daxwaz dike ku tevkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovahiyê nas bike û 16ê Adarê bike rojeka navneteweyî bo qedexekirina çekên kimyawî. 

16.03.2020 

 

KOMKAR.eu

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin