Jina êrîşkar bi gotina ku stranbêjiya bi Kurdî li qadên giştî qedexe ye, heqaret li muzîkjen kir û hewl da ku rê li ber stranbêjiya wê bigire. Dema ku mirovên li derdorê destwerdan kirin, muzîkjen ji lêdanê rizgar bû.
Em Bang li Rayedarên Alman Dikin Ku Tedbîr Bigirin
Di demên dawî de, jineke Kurd ku li navenda Mannheim, Almanya Federal, stranek Kurdî digot, ji aliyê jineke Tirk a ku di rê de derbas dibû ve rastî êrîşê hat.
Jina êrîşkar bi gotina ku stranbêjiya bi Kurdî li qadên giştî qedexe ye, heqaret li muzîkjen kir û hewl da ku rê li ber stranbêjiya wê bigire. Dema ku mirovên li derdorê destwerdan kirin, muzîkjen ji lêdanê rizgar bû.
Bê guman, ev ne êrîşeke asayî û tenê ye. Ew beşek ji siyaseta fermî ya dewleta Tirk e û bandora polîtîkayên asîmîlasyon û zextên li dijî Kurdan û zimanê Kurdî, li ser welatiyên Tirk eşkere dike, û nîşan dide ku bêtehamuliya li hember Kurdan û zimanê Kurdî li Komara Federal a Almanya yê jî berdewam dike.
Muzîkvaniya kolanan îfadeyeke aştiyane û hunerî ye ku cihêrengiya çandî ya bajaran nîşan dide. Yên ku dixwazin Kurdan ji stranbêjiya bi zimanê xwe yê dayikê qedexe bikin, ne tenê êrîşî nasnameyên çandî dikin, lê di heman demê de li dijî rêziknameya demokratîk a Komara Federal a Almanya ne.
Wekî KOMKAR, em êrîşa devkî û fîzîkî ya li ser muzîkjena jin a Kurd bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku rayedarên Alman tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî vê jina êrîşkar bigirin.
KOMKAR-Almanya