Em Erîşa li dijî Deniz Undav bi tundî şermezar dikin

Di maça di navbera koma sporê ya Stuttgartê û koma sporê ya Fenerbahçeyê de, lîstikvanê Fenerbahçeyê Îsmaîl Yüksek erîşî lîstikvanê Kurd Deniz Undav kir û xwest lê bixe. Lîstikvanên din ketin navberê û erîş hat rawestandin. Ji aliyê din ve, ji hêla hin temaşevanên Fenerbahçeyê li dijî Deniz Undav gotinên nîjadperest bi karanîn.

Ev erîşa li dijî futbolîstê Kurd Deniz Undav ne erîşeke li ser kesek an şexsekî tenê ye. Ev erîş di şexsê Deniz Undav de li dijî neteweya Kurd e. Ger Deniz Unvad ne Kurd bûya, dibe ku ev erîş çênebûya.

Em wekî Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê (KOMKAR), erîşa li dijî futbolîstê Kurd Deniz Undav bi tundî şermezar dikin. Em ji berpirsên koma Fenerbahçeyê daxwaz dikin ku ji bo vê erîşê ji Deniz Unvad lêborînê bixwazin û kesê ku ev erîş kiriye were cezakirin.

Komkar-Almanya

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin