KOMKAR, êrîşa li ser Mîr Hazim Tehsîn Beg bi tundî şermezar kir.
Wek tê zanîn, Mîr Hazim Tahsîn Beg kesayetekî naskirî, di eynî wextî de weke Serokê Meclisa Bilind a Ruhanî a Êzîdiyan li Lalişa Nûranî û weke sembola Ola Êzdiyatiyê û aştî û pêkvejiyanê bi rêzgirtin tê nasîn.
Em Êrîşa li Dijî Mîr Hazim Tahsîn Beg Şermezar Dikin.
Em bi xemgînî pê agahdar bûn ku Mîrê Kurdên Êzîdî li Kurdistanê û Cihanê, Mîr Hazim Tahsîn Beg, di roja 04.08.2025’an de li hoteleke li Berlîna Almanyayê, ji hêla xortekî ve rastî êrîş û heqaretê hatiye.
Wek tê zanîn, Mîr Hazim Tahsîn Beg kesayetekî naskirî, di eynî wextî de weke Serokê Meclisa Bilind a Ruhanî a Êzîdiyan li Lalişa Nûranî û weke sembola Ola Êzdiyatiyê û aştî û pêkvejiyanê bi rêzgirtin tê nasîn.
Heger rexne, nerazîbûnek hebê, ew dikarin bi rêyên medenî û diyalogê çareser bibin, ne bi êrîş û bêrêziyên li dijî kesayetekî rêzgirtî wekî Birêz Mîr Tahsîn Beg.
Em êrîş, bêrêzî, heqaret û bêrûmetkirina Birêz Mîr Hazim Tahsîn Beg vî rengî rast nabînin û bi dijwarî şermezar dikin.

KOMKAR-Almanya
06.08.2025