Leyla Zana ne tenê siyasetmedarek e, lê di heman demê de têkoşerek jin ya Kurd e ku têkoşînên herî dijwar ên civaka me daye ser milên xwe. Ew bi têkoşîna xwe ya ji bo aştî û wekheviyê îlham dide me hemûyan.
KOMJIN: Em erîşên dijminane yên li dijî Leyla Zana hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin.
Em li dijî heqaret û bêrûmetiyên ku di maça Bursasporê de li siyasetmedara jin a Kurd Leyla Zana hatine kirin, şermezar dikin.
Leyla Zana ne tenê siyasetmedarek e, lê di heman demê de têkoşerek jin ya Kurd e ku têkoşînên herî dijwar ên civaka me daye ser milên xwe. Ew bi têkoşîna xwe ya ji bo aştî û wekheviyê îlham dide me hemûyan.
Ji ber vê yekê, em wekî Yekitiya Jinên Kurdistanê KOMJIN, erîş û bêrûmetiyên ku li Leyla Zana hatine kirin wekî erîşekî li hemû Kurdan hatibe kirin dibînin.
Em erîşên dijminane yên li dijî Leyla Zana hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin.
Divê werzîş têkiliyên dostaniyê û biratiyê di navbera aliyan de xurt bike, ne ku nefret û dijminatiyê bihulqîne.
Em bang li hemû rayedaran, bi taybetî Federasyona Futbolê ya Tirkiye´yê (TFF) dikin ku erkên xwe bicîh bînin, sûcdaran tespît bikin û cezayên pêwîst bidin.
Leyla Zana ne bi tenê ye.
18.12.2025
Yekitiya Jinên Kurdistan / KOMJIN
