Em êrîşên rejîma Îranê li ser Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi tundî şermezar dikin

Îro, 17ê Tebaxa 2026an, rejîma Îslamî ya Îranê bi çend dronan êrîşî ser Buroya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, û dezgehên parastinê yên Herêma Kurdistanê kir.

Em êrîşên rejîma Îranê li ser Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar dikin

Îro, 17ê Tebaxa 2026an, rejîma Îslamî ya Îranê bi çend dronan êrîşî ser Buroya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, û dezgehên parastinê yên Herêma Kurdistanê kir.
Ev ne cara yekem e ku dewleta Îranê êrîşî ser Herêma Kurdistanê û dezgehên wê dike. Di çend mehên borî de jî êrîşî ser nivîsgeha Birêz Mesûd Barzanî û mala Serokê Herêma Kurdistanê, Neçîrvan Barzanî, hatibu kirin.
Wek ku tê zanîn, rejîma Îslamî ya Îranê û hêzên girêdayî wê heta niha bi dehan caran êrîşî ser baregehên partiyên Kurdistan ên Rojhilatê li Başûrê Kurdistanê kirin.Di van êrîşan de bi dehan pêşmerge şehîd bûne û gelek sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.
Van êrîşan nîşan didin ku rejîma Îslamî ya Îranê ji destkeftên Başûrê Kurdistanê aciz e û dixwaze van destkeftan ji destê gelê Kurd derxe û li ser vê herêmê bandor û dagirkeriya xwe ferz bike.
Em, wekî Yekitîya Komelên Kurdistan Komkar, êrîşên rejîma Îranê li dijî Buroya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û dezgehên parastinê bi tundî şermezar dikin.
Em bang li Yekîtiya Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropayê û hemû dezgehên navneteweyî dikin ku li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin û ji bo rawestandina van kiryarên rejîma Îranê helwesteke zelal nîşan bidin.
Herwiha, em bang li hemû Kurdan dikin ku piştgirî bidin destkeftên Başûrê Kurdistanê û van êrîşan bi tundî şermezar bikin. Parastina destkeftên gelê Kurd û aramiya Herêma Kurdistanê berpirsiyariya me hemuyane.

Komkar Almanya
17ê Tebaxa 2026an

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin