Dewleta Tirk ya kolonyalîst, Li Kurdistanê gelek komkujiyan li dû hev kiriy, wekî di sala 1921 li Koçgiri, sala 1925 piştî serhildana Şêx Said li Diyarbekir û li derdorê wî, sala 1930´an de piştî serhildana agiriyê li gelîyê Zîlan bi hezaran Kurd kuştine
EM TERTELEYÊ DERSİMÊ Ji BÎR NAKIN

Dewleta Tirk ya kolonyalîst, Li Kurdistanê gelek komkujiyan li dû hev kiriy, wekî di sala 1921 li Koçgiri, sala 1925 piştî serhildana Şêx Said li Diyarbekir û li derdorê wî, sala 1930´an de piştî serhildana agiriyê li gelîyê Zîlan bi hezaran Kurd kuştine. Bi deh hazaran bi zorê wan ji axa wan dûr xistine û li welatê xelkê wek penaber di rewşek gelek xirab de jiyan e.
Di şûna Kurdan de ecemên Tirk, Azerî bi cîh kirine ku demografiyaya Kurdistanê bigorînin. Navên gund û bajaran guhartine û navên Tirkî li wan kirye. Di sala 1935’an deqanûnek bi navê “Qanûna Tuncelî”, planek ku gav bi gav ber bi komkujiyê bi rêve bînin. Bi vê qanûnê re pêşî navên DERSÎM û MAMEKÎYE hatin qedexekirin, rê li tedaxula leşkerî ya dewleta Tirkiyê hate vekirin û heta sala 1937’an herêm wekî baregehek leşkerî hate bi karanîn.Di salên 1937–1938’an de, bûyerên li Dersîmê ku di dîrokê de bi navê “TERTELEYÊ DERSİMÊ ” tê nasîn, qetliyamek mezin pêkanîn, bi deh hezaran Kurd hatin kuştin û birîndar kirin.
Bi hezar keçên Kurd revandin wan ji welatê û malbatên wan dûr xistin. Bi hezaran kî wan bi zorê ji Dêrsimê dûrxistin şandin bajarên Tirkiyê. Komkujiya Dêrsimê, birînek kûr e di dîroka Kurdistanê de. Her çend 89 sal li ser Terteleyê derbas bûbe jî, lê birîn hîn jî taze ye. Ji ber ku birîna Dêrsimê hîn jî nehatiye pêçan.
Birîna Dêrsim tenê dikare, bi azadbûna xwe bê pêçandin, dewleta Tirtkiyê divê bi kiryarên xwe yên kirêt rûbe rû be û li xwe bê mukur. Nasnameya kurd nasbike ku Kurd jî li ser axa xwe azad bijî.
Dive dewlet, hemû arşîvên dewletê veke û bo lêkolînerên serbixwe zemîn xweş bike ku rastî bi hemû ewayên xwe bê eşkerekirin.
Ev berpirsiyariya sereke ya dewleta Tirk e. Heta Tirkiye li zulum û zordetia xwe, li qetiyamên ku li kurdan kirye mukur neye, heta ku mafên kurdan neyê dayin, Ne huzur ne jî aşîtiyek mayende li Tirkiyê pêk nayê.
Em bi rêz û hurmet keseên ku di komkujiya Dêrsimê de hatinin kuştin û bi ewayek hatinin wenda kirin, bibîr tînin. Dêrsim êşa hemû kurd û Kurdistaniyan e. Nayê ji bîrkirin!
Em, wekî KOMKAR – Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê, Daxwaz ji dewleta tirk dikin ku bi dîroka xwe rûberû be. Ji bo wî jî emê her tim rewşê bi şopînin ku rastî û dadwerî bi serkeve.
KOMKAR – Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê – Almanya
4 Gulan 2026