Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em zilma li dijî Kurdên Êzîdî şermezar dikin

Wek ku tê zanîn dewletên dagirker welatê me Kurdistan di nav xwe de parve kirine û bi hemû awayî zilm û zoreke nedîtî tînin serê gelê me li her çar beşên Kurdistanê. Bi dehên salaye ku gelê me ji hemû mafên wî yên bingehîn bê par hiştine û kurd kuştine, talan kirine û ji welatê wan derbeder kirine.

Di demeke wiha hasas de ku gelê me tê re derbas dibê û di demekê de ku xwîşk û birayên me yên Êzîdî li Şingala birîndar, rastî ferman û komkûjîyeke mezin hatine û bi sedhezaran ji cih û

warên xwe derbeder bûn, em bi xemgînîyeke mezin dibin şahidê wê yekê ku hin ji nav civaka me kurdan dixwazin bi eynî şêweyî – wek ku dewletên dagirker tînin serê gelê me – zilm û zorê bînin serê Kurdên Êzîdî û bi darê zorê li gundên wan, li mal û milkên wan, ku di dema xwe de bi emanetî radestî wan kiribûn, bimînin asê. Bi ser da jî di nava welatê wan de, li ser axa bav û kalên wan êrîşî wan dikin û rê nadin ku ew erdên xwe, zevîyên xwe cot bikin, li gel ku qoçan û tapûyên Kurdên Êzîdî di dest wan de hene û eve 8 salin jî ku dadgehan li hêla Êzîdîyan biryar jî wergirtine.

Îro mixabin ev zordarî li gundê Êzîdîyan li Kelhoka (Kuşçukuru) bi ser navça Bişêrîya Elîhê tê kirinê. Ew kesên ku Êzîdîyan, ku bi sedan salan li gel hev cîran bûn, êdî naxwazin mal û milkên Êzîdîyan li wan vegerînin. Berî du rojan jî çend kesan li nava bajarê Elîhê êrîşî du kesên Êzîdî, Nedim Erkiş û Cevdet Tuku, kirine û li wan xistine, çima ku doza gundê xwe dikin.

Em wek Konfederasyona Komelêyên Kurdistanê li Ewrûpayê, KOMKAR.eu, van bûyerên ku li dijî Êzîdîyan tên kirin şermezar dikin û bang li wan gundîyên ku dest danîne ser milk û zevîyên Ezîdîyan dikin ku emanetên birayên xwe yên Êzîdî li wan vegerinin û kêfa dijmin li xwe neynin.

Dewletên cîran ereb, tirk û farisan heta niha gelek zulm li Êzîdîyan kirine, bila Kurd zulmê li Kurdên Êzîdî nekin. Divê ev pirsa bi aşîtîyane bê çareser kirin û em hemû bi hev re birînên birayên xwe yên Ezîdî bipêçin, wan biparêzin û ji êşa wan ra bibin derman.

Kovan Amedî Serokê KOMKAR.eu

18.12.2019

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin