Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Êrişa rêjîma Tirk û Îran li ser başûrê Kurdistan

Êrişa rêjîma Tirk û Îran li ser Başûrê Kurdistan

Em wek Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêdê, êrişa hevbeş ya rêjîmên diktator Tirk û Îranê li ser Kurdistana Başûr bi tundî şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî, Emerîka, Rûsiya, Yekîtiya Europa û hemû hêzên aştîxwazên cîhanê dikin, ku piştgirtiya gelê kurd bikin, vê êrîşa şovînî ya van her du dewletan li ser başûrê welatê me bidin rawestandin.

Ji layê hemû cîhanê ve tête zanîn ku armanca van her du dewletên dagirker qirkirin û tune kirina gelê Kurd e. Armanca wan a sereke ew e ku destkevtinên gelê Kurd li başûrê Kurdistanê têk bibin.

Dîsa hemû mirovatî şahid e ku gelê kurd piştî têkoşînek dijwar ya dûr û dirêj, bi qurbanîdana bi sedhezaran kur û keçên xwe, bi gelek êş azarên mezin li vî beşê welatê me hinek mafên neteweyî bi destxistiye. Azadî wek hemû gelên cîhanê, mafê neteweyê kurd e jî. Piştgirîya milletekî mazlûm wek kurdan ji bo her kesî erkekî exlaqî û mirovîye.

Em hêvîdarin ku cîhan li dijî vê êrîşa hovitî ya rêjîma faşist yaTirk û Îranê derkeve da ku ev êrîş bêne rawestandin û gelê Kurdistanê bi aramî li ser xaka xwe bijî.

Daxwaza me ji NetweyênYekbûyî, dewletên mezin, dewletên endmên NATO û hemû hêzên aştîxwazên cîhanê ew e ku vê êrîşê rawestînin û li dijî planên diktatoriya Erdogan û rêjima kevneperestên Îranê rawestin.

Divê PKK jî nebe hincet di destên van rêjîman de ku êrişê bînin ser Kurdistana başûr. Em bang li hemû hêzên Kurdistana başûr dikin ku bi yek dengî û bi yek destî li dijî van êrişên hovane rawestin.

Hevkariya Hêzên Siyasîyên Kurdistanî li Swêd Swêd 2020-06-29

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin