Rêxistina terrorist a DAÎŞ’ê di 3. Tebaxa 2014’an de li herêma Şingalê komkûjî û hovîtiyeke mezin û nedîtî anî sere civaka Êzîdî. Bi hezaran xelkê me yê Êzîdî kuştin û serjê kirin û zêdeyî 7.000 jî dîl girtin û bi xwe re birin. Keç û jin weke kole li sûkan firotin dewlemendên Ereban û êş û azareke nedîtî anîn serê wan. Zarok jî weke cihadîstên îslamî perwerde kirin û weke bombeyên întîharî bikar anîn.
ÊŞ Û ELEMA ŞİNGALÊ BERDEWAM Ê.
Daxuyanî ji rayagiştî re.
11 sal di ser ferman û komkûjiya Şingalê re derbas dibin, lê Şingal hê jî wêran e, dinale û birînên xelkê Şingalê nehatine derman kirinê.
Rêxistina terrorist a DAÎŞ’ê di 3. Tebaxa 2014’an de li herêma Şingalê komkûjî û hovîtiyeke mezin û nedîtî anî sere civaka Êzîdî. Bi hezaran xelkê me yê Êzîdî kuştin û serjê kirin û zêdeyî 7.000 jî dîl girtin û bi xwe re birin. Keç û jin weke kole li sûkan firotin dewlemendên Ereban û êş û azareke nedîtî anîn serê wan. Zarok jî weke cihadîstên îslamî perwerde kirin û weke bombeyên întîharî bikar anîn.
Her çende zêdeyî 3.000 ji wan keç û jinên revandî bi rêya nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji alîyê çalakvan û sazîyên Civaka Êzîdî yên xwebexş û gelek rêyên din hatine rizgar kirin, lê belê îro jî zêdeyî 3.000 keç û jinên Êzîdî winda ne û çarenûsa wan ne dîyar e.
Ji bilî vê yekê, piştî 11 salan jî, bi sedhezaran Êzîdî di welatê xwe, di kampên pênaberan de, di bin şert û mercên dijwar de dijîn.
Paş 11 sal, ku Kurden Êzîdî rastî vê ferman û jenosîda mezin hatine, hê jî pirsgirêkên wan nehatine çareser kirin û birînên wan nehatine derman kirin. Şingal vê gavê jî kambax e û bi temamî nehatîye ava kirin û Şingal hê jî di bin kontrola milîsên Îranê yên Heşdî Şabî de berdewam dinale.
Rêkeftina Şingalê, ku ji aliyê Hikûmeta Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû îmze kirin, nehatiye ci be ci kirinê. Dewleta Iraqê, tu pêngavên erênî ji bo çareserîyeke bingehîn û mayînde ji bo avakirin û nûjenkirina Şingalê û xizmetgûzarî û vegera koçberan û dabin kirina asayîş û ewleyîyê Şingalê neavêtîye.
Em di 11. salvegera ferman û komkûjîya Şingalê de, carekî dinê hemû şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistan dikin, ku bona çareser kirina pirsên Şingalê li Iraq û qada navnetewî pirtir hewl bide.
Bi ve boneyê ve, em daxwaz ji Hikumeta Herêm û hemu partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistan û komelên demokratik yên diyaspora dikin, ku bona nasanadina Femana Şingalê weki roja jenosida Êzidî ji aliyê Koma Miletan (UN) ve destê xwe bidine hevudu mil bi mil xebat bikin.
Yekitiya Komeleyên Kurdistan li Almanya KOMKAR-Almanya
