Ev ne pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ev tenê pêvajoya çekdanîna PKKê ye

Wekî ku tê zanîn nê salekîye li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû bi navê ”Tirkiyeyek bê teror” tê meşandin. Li ser vê pêvajoyê gelek kes û alî nerînên xwe dinivîsin û hê jî dinivîsin.
Hin alî (PKK û Partiya DEMê) vê pêvajoyê ”Pêvajoya aşîtiyê” bi nav dikin û wek pêvajoya çareserkirina pirsa kurd dibînin.

Ev ne pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ev tenê pêvajoya çekdanîna PKKê ye

Bekir Topgider

Wekî ku tê zanîn nê salekîye li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû bi navê ”Tirkiyeyek bê teror” tê meşandin. Li ser vê pêvajoyê gelek kes û alî nerînên xwe dinivîsin û hê jî dinivîsin.

Hin alî (PKK û Partiya DEMê) vê pêvajoyê ”Pêvajoya aşîtiyê” bi nav dikin û wek pêvajoya çareserkirina pirsa kurd dibînin.

Ez ji wan aliyan dipirsim:

Li ser vê pêvajoyê, ne aliyê dewletê ne jî ji aliyê PKK û DEMê ve, tu daxwazek netewî yan jî mercên bo çareserkirina pirsa kurd nehatiye pêş.Eger li hev hatinek hebe divê bi zelalî ji raya giştî re bibêjin û belgeyan parve bikin.

Dema mirov li daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk dinêre, ew vê pêvajoyê wekî “pêvajoya rizgarkirina Tirkiyeyê ji terorê” bi nav dikin. Ji aliyê din ve, ew kes û aliyên ku di nav pêvajoyê de ne xwe wekî “nûnerên Kurdan” didin nîşandan û bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê projeyê, wê jî wekî “pêvajoya aştiyê, demokrasiyê û biratiyê” bi nav dikin.

Lê rayedarên Tirk bi zimanekî pir zelal dibêjin: “Em naxwazin li Tirkiyeyê şer û pevçûn bimîne. Em dixwazin sîstema heyî biparêzin û Tirk û Kurd di nav vê sîstema heyî de wekî bira bi hev re bijîn.”

Ev helwest, helwesta dewleta Tirk a sed salan e ku heta îro jî didome.

Bi kurtî: Rêveberiya dewleta Tirk li gorî îdeolojiya xwe ya fermî ya sed salan, heta nuha tu gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd neavêtiye û nayêje jî.

Serokê PKK´ê pir bi zelalî dibêje: Em ji dewletê tu statuyek netewî naxwazin û wexta avkirina dewleta netewê derbas bûye, di kurd xwe entegreya Komara Tirkiyê bike û bo Tirkiyeyek demokratîk kar bikin.”

Lewra divê navê vê pêvajoyê rast bê binavkirin. Gelê kurd bi derewan nexapînin. Elbet danîna çekan tiştekî başe û bi qezenca kurdan da ye. Çil sal zêdeyê PKK şerê çekdarî dimeşîne, lê ji bo kurdan tu tiştekî bi dest nexistiye, berevajî yê wê, ev şera bi zerara kurdan bû ye. Çek danîna PKK´ê, aliyê wî yê baş ewe ku dikare rê ji bo xebata demokratîk veke û behaneya Tirkiyê ya ” Li Tirkiyê pirsa Kurd tuneye, pirsa terorê heye” wê ji holê rake.

Ne raste ku bi derevan hêviyê bide gel û wan bide bawerkirin ku pirsgirêka Kurd wê bê çareserkirin. Ev tenê gelê me manipüle dikin. Lê derew tu caran serkeftî nabe û nabe jî.

Reva pisîkê heta kadînê ye, zû yan dereng wê gel bersîva derewên we bidin.

Mixabim nin televizyonên Kurdî jî her saetê propagandaya vê pêvajoyê dikin û mîna ku di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurd wê bê çareserkirin, nûçeyên lezgîn diweşînin.

Divê kes û aliyên Kurd ên welatparêz jî bi israr û bi bîhnfirehiyê li ser vê pêvajoyê bixebitin, rastiya wê pevajeye ji gel re bi zelalî bibêjin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin