Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) bi rêya Konfederasyona Zimanê Kurdî Ya Navdewletî, ji sala 2022’an vir ve, ji bo Kurdên li Diyasporayê kursên Zimanê Kurdî yên serhêl peyda dike. Niha, Wezareta Perwerdehiyê amadekariyên destpêkirina kursa çaremîn dike ku dê di (1/10/2025) de dest pê bike, ders dê ji hêla mamosteyên jêhatî yên Zimanê Kurdî bi (Soranî, Badînî û Kurmancî) werin dayîn.
Ez fêrî Kurdî dibim/Zimanê Kurdî nasnameya me ya neteweyî ye.
Kurmancî
Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) bi rêya Konfederasyona Zimanê Kurdî Ya Navdewletî, ji sala 2022’an vir ve, ji bo Kurdên li Diyasporayê kursên Zimanê Kurdî yên serhêl peyda dike.
Em bang li hemû Kurdên li Diyasporayê dikin ku ji vê derfetê wekî erkek perwerdehî û neteweyî sûd werbigirin û zarokên xwe di her ast û temenî de qeyd bikin.
Ji bo qeydkirinê ji kerema xwe forma elektronîkî ya li jêr dagirin.
Li her welat û bajarê cîhanê, hûn dikarin bi riya vê lînkê https:kurdistanidc/ziman xwe tomar (qeyid) bikin).
