Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî Kongreya Xwe ya Yekemîn li Düsseldorfê Li Dar Xist

Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî, di 27ê Hezîrana 2026an de kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê bi beşdariya berfireh a nûnerên sazî, akademîsyen, nivîskar û çalakvanên Kurd li dar xist.

Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî Kongreya Xwe ya Yekemîn li Düsseldorfê Li Dar Xist

 

Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî, di 27ê Hezîrana 2026an de kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê bi beşdariya berfireh a nûnerên sazî, akademîsyen, nivîskar û çalakvanên Kurd li dar xist.

Kongre bi surûda neteweyî ya Kurdistanê Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Di axaftina vekirinê de, Serperiştiyarê Giştî yê Revanda Kurdistanê li Bargêha Barzanî, Şîfa Barzanî, li ser girîngiya zimanê Kurdî wekî bingeha hebûna neteweyî rawesta. Wî bal kişand ser pêdiviya parastin, standardkirin, pêşxistin û veguheztina zimanê Kurdî. Piştî wî, Serokê Konfederasyona Revanda Kurdistanî Dr. Îsmail Kamil, nivîskar û zimanzan Feryad Fazil Ömer, her wiha berpirsê çand û perwerdehiyê yê eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW), di axaftinên xwe de rola zimanê dayikê di avakirina hişmendiya neteweyî, parastina nasnameya çandî û domand.

Kongre bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, nivîskar, mamoste û çalakvanên ji hemû beşên Kurdistanê û dîyasporaya Kurd hate lidarxistin. Di danûstandinan de mijarên girêdayî siyaseta zimanê Kurdî, perwerdehiya bi zimanê dayikê, standardkirina ziman û berfirehkirina xebatên sazî li ser bingehek zanistî hatin sekinîn
Di çarçoveya bernameya kongreyê de, Şîfa Barzanî ji bo xizmetên wan di warê ziman, perwerdehî û parastina mîrata çandî de xelatên taybetî pêşkêşî gelek mamosteyan kir. Her wiha, li ser navê rêveberiya Federasyona Zimanê Kurdî, Bayram Ayaz jî ji bo piştgirî û alîkariya wî ya ji bo damezrandin û pêşxistina federasyonê xelatek pêşkêşî Şîfa Barzanî kir.
Di dema kongreyê de çend belgefîlmên (dokumenter) ku derbarê ziman, çand û dîroka Kurdan de bûn, ji bo beşdaran hatin nîşandan.

Her wiha, gelek partiyên siyasî yên Kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl yên dîyasporayê peyamên pîrozbahiyê ji bo kongreya yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî şandin.Di kongreda navên partî,rexistin û kesatîyen ku peyam şandibun hat xwendinê. Di nav wan de peyamên Serokê Komkarê Sabahattin Aras û Meclîsa Derveyî Welat ya PSK-ê cih girtin.
Li ser navê Komkarê Nurî Beker û li ser navê Meclîsa Derveyî Welat ya PSK-ê Bekir Topgider beşdarî kongreyê bûn.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin