Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diasporayê Kongreya Xwe ya Yekemîn Pêkanî

Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diasporayê, ku bi navê nivîskarê mezin Hejar Mukriyanî hildigire, îro (25ê Tîrmeha 2026an) li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê kongreya xwe ya yekemîn  pêkanî.
Kongre di bin çavdêriya brêz  Mesûd Barzanî de hate lidarxistin.

Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diasporayê Kongreya Xwe ya Yekemîn Pêkanî

default

Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diasporayê, ku bi navê nivîskarê mezin Hejar Mukriyanî hildigire, îro (25ê Tîrmeha 2026an) li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê kongreya xwe ya yekemîn  pêkanî.

Kongre di bin çavdêriya brêz  Mesûd Barzanî de hate lidarxistin.

Kongrê  bi rêzgirtina ji bo şehîdan û xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb dest pê kir.

Di merasîma vekirinê de brêz  Şîfa Barzanî, brêz Serdar Caf, brêz  İsmail Kamil û gelek mêvanên din axivîn.

Gotara Wezereta Rewşenbirî ji aliyê Dr. Aryan Selahaddin ve, ya Serokatiya Herema Kurdistanê jî ji aliyê Dr. Xoşnav ve hat xwendinê.

Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya yekbûn û rêxistinkirina nivîskarên Kurd li diasporayê û rola wan di parastin û pêşxistina ziman, çand û edebiyata Kurdî de.

Di çarçoveya kongreyê de belgefîlmek li ser dîroka nivîskariyê û rojnamegeriya Kurdistanê hate nîşandin,

Her wiha, ji bo rêzgirtina li xebat û berhemên wan, hin xelat ji nivîskaran re hatin dayîn.

Berpirsên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek  niviskar û kesatîyen  civakî jî beşdarî kongreyê bûn. Li ser navê KOMKARê, Bekir Topgîder û Nûrî Beker, her wiha Serokê Navendê  ji bo lekolînê Kurd Metîn İncesu jî di kongreyê de amade bûn.

Ji aliyê gelek nivîskar, partî û rêxistinên sivîl ve peyamên pîrozbahiyê ji bo kongreyê hatibûn şandin. Di dawiya kongreyê de jî rêveberiya nû ya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diasporayê hate hilbijartin. Kongre di atmosfera yekîtî, hevkariyê û hevgirtinê de bi serkeftî bi dawî bû.

Di heman demê de, Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurdistan (KOMKAR) li Almanyayê, Sabahattin Aras, jî peyamek pîrozbahiyê ji bo kongreyê şandì bû.

Peyama pîrozbahiyê ya serokê  KOMKAR ew e:

Peyema Pîrozbahîyê.

Bo Yekemîn Kongra niviskara Federasyona Kurdistani li dîaspora.

Brêzan,

bo vexwendina ķu we ji bo me şandîye em spas dikin.

Di dîrokê de niviskar û rewşenbîran her tim li hember nezanî bûne û netew û civakê pêşdabirinê û rê nîşana civaka danu, Ji ber wê divê niviskarên Kurdistanî jî bi rexistinî bin û bi ruhê kolektif xebata xwe bikin.

Êm hevî dikin û piştrast in ku kongra we serkeftî derbaz be û bigehê armanc û hedefa xwe.

Em wek Yekitîya Komeleyên Kurdistan KOMKAR di xebata we û Kongra Federesyona Yekitîya Niviskarên Kurd li diasporayê pîroz dikin û xebatê we ya pêşerojê re serkeftinê dixwazin.

Serkeftin para we be.

Sabahattin Aras                                                                                                                                                                                                Serokê Komkarê li Almanya.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin