Helebçe birîneke kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de ye!

Îsal li 38´e mîn salvegera karesata Helebçe`yê ye. Xelkê Helebçeyê di destpêka meha Adarê de xwe ji bo pîrozkirina cejna Newrozê amade dikir. Berf hêdî hêdî dihelîya, erd reş dibû, çîçek û kulîlk aj didan, sala nû û jiyana nû despêdikir. Lê rûniştvanên bajarê Helebçeyê hizira wî nedikirin ku di cejna Newrozê de, rejîma faşîst ya Saddam, wê li ser Helebçeyê, bi balefiran jahrên kîmyawî bibarîne.

Helebçe birîneke kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de ye!

Kovan Amedî

Îsal li 38´e mîn salvegera karesata Helebçe`yê ye. Xelkê Helebçeyê di destpêka meha Adarê de xwe ji bo pîrozkirina cejna Newrozê amade dikir. Berf hêdî hêdî dihelîya, erd reş dibû, çîçek û kulîlk aj didan, sala nû û jiyana nû despêdikir. Lê rûniştvanên bajarê Helebçeyê hizira wî nedikirin ku di cejna Newrozê de, rejîma faşîst ya Saddam, wê li ser Helebçeyê, bi balefiran jahrên kîmyawî bibarîne.

Rejîma Beas ya dîktator a Iraqê, di 16ê Adara 1988´an de bi çekên kimyawî bajarê Helepçeyê bombebaran kir. 5000 kal û pîr, jin û zarok Kurdên sivîl di nav çend deqîqeyan de bi çekên kîmyawî hatin kuştin. Bi deh hezaran jî birîndar bûn, bi sedhezaran Kurd ji cîh û warên xwe koç kirin. Ne tenê însan, hemû jîndar, heywan jî mirin, zad û zewî jî şewitîn. Bi kurtî jiyan li Helbçeyê bi tevayî hate kuştin.

Gazên kîmyawî cara yekem di dema belavbûna Împaratoriya Osmaniyan de, di sala 1920´an de jî bi fermana Fermandarê Îngiliz Winston Churchill ve cîh bi cîh hatibû bikaranîn. Îngilîzan dixwestin hukma xwe li Rojhilata Navîn bidomînin. Churchill, Kurdan wek ” Eşîrên ne medenî” bi nav dikir û li dijî wan, bikaranîna gazên kîmyawî gelek normal didît. ”Eşîrên ne medenî” rûniştîvanên herî kevn yê Mezopatmyayê bûn, ku medeniyetê li dinyayê belavkiribûn.

Churchill, di sala 1920´an de, gazên kîmyawî yên wek;” Phosphours bombs, war rockets, metal crowsfeet (to maim livestock), man- killing shrapnel, liquid fire delay-action bombs” li ser Kurdan barandibû.

Mixabin ku parêzvanê bikaranîna gazên kîmyawî Winston Churchill, bi hinceta ”hostatiya wî ya li ser dîrok û biyografîkê”, di sala 1953´an de Xelata Edebiyata Nobelê girt. Ev yeka di dîroka însaniyetê de rûpelek reş û şermezariyek mezin vekir.

Piştî Hiroşîma û Nagazakîyê, dîroka mirovatîyê karesata herî komkuj li Kurdistanê jiya. Eva ne yekemîn car bû ku rejîma faşîst ya Saddam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bi karanîbû û bi sedan Kurd pê kuştibû. Lê Helebçe bû dilopa dawî…

Di bikaranîna çekên kîmyawî de, rejîma Îranê jî derng nemaye. Hîn di salên 1981 û 1982´an de li dijî pêşmergeyan bikaranîbû, hukmê çekên kîmyawî sînordar be jî, bikar anîbûn.

Îro jî xerîkin çekên atomî çê bikim. Her ji ber wê hincetê Amerîka û Îsraîl dest bi şerê Îranê kirine. Ezz bi xwe piştgiriya Amerîka û Îsraîlê dikim ku rejîma mellaeyan têk bibin. Rejîmek xwînxwar, zordar û dijî mirovahîyê ye. Bi nave “îslam û alllah û ekber” keç û kurên kurdan rojane li 3ê dare dixin. Tê bîra min di salên 1980 û 1981ê de, keçên Kurd dîl digirtin. Biryara kuştina wan didan, lê berê ku bikujin tecawiz dikirin. Li gor Îsalam a wan nabe ku keç bakîre bê kuştin. Ew jî ne bes bû, ji bok u termê wan bidin malbata wan, doz li malbatên wan dikirin ku heqê guleyên ku pê zarokên wan kuştine dikirin.

Bi hin melle û kesên bê aqil behsa biratiya îslam û biratiya gelan ji kurdan re nekin. Sed sal zêdeye em li jêr destê Ereb, Tirk û Faris´an de dijîn, me ti biratî ji wan nedîtiye. Ji bilî zulm û zordarî, îşkence û zîndan, mirin û qetliyaman.

Ew yên ku dixwazin bi nave biratiya gelan û biratiya îslamê,bila li dîroka gelê xwe binêrin. Çi gotiyê Bav û Kalên me: “Dijmênê Bav û Kalan nabin dostê lawan.”

Lê belê, hemû qesasên Kurdan wek Winston Churchill nehatin xelatkirin. Rejîma Baas ya Iraqê hat ruxandin û li Iraqê sîstemek federalî hat avakirin. Saddam Husên hat îdamkirin, qesasên karesata Helebçeyê yek bi yek hatin mehkemekirin û biryardarê çekên kîmyawî Elî Hesen El Mecîd (Elî Kîmyawî), di roja 25.01.2010´an de bi biryara Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê ve hat îdamkirin. Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê, di 28ê meha Sibatê de karesata Helebçeyê wek jenosîd qebûl kir.

Di 28ê Sibata 2026´an de di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî, li gel 7 kesên yê payebilindê Îranê hatin kuştin. Tê gotin ku qatilê şehîd serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-Î Ebdulreman Qasimlo, Mehmûd Ehmedînejad jî di heman rojê de di erîşên Amerîka û Îsraîlê de hatiyê kuştin.

Em kurd, milletek gelek mazlûm in, milletek bi rehm in, bi biratiya gelan û biratiya îslamê û zû tên xapadin. Di îslama me de rehm, mafên mirovî, heq huqûq û edalet heye. Di îslama dewletên dagîrkerên Kurdistanê de, ji vana yek jî tuneye. Îslama me û ya wan ne yek e. Hêvîdarim em ji vir weha neyên xapan din! Li vir du rêzên rêzdar serok Mesûd Barzanî hete bîra min ku dibêje:

“Hemû hêzê dinyayê yê me be, em êrîşî kesî nakin.

Hemû hêzê dinyayê êrîşî me bike, em teslîm nabin.”

Helebçe birîneke kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de vekirîye. Ew birîn û êşa mezin, tenê dikarê bi azadbûna Kurd û Kurdistanê ve bê pêçandin.

Li gor raya min dive Kurdên diyasporayê û rêxistinên Kurdan, kar li ser wê yekê bikin ku Neteweyên Yekgirtî, komkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovahiyê nas bike û 16ê Adarê bike rojeka navneteweyî ya qedexekirina çekên kimyawî.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin