Li Washingtonê, Birêz Reşîdî, Serokê Ofîsa Têkiliyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi Gurudev Sri Sri Ravi Shankar, rêberê ruhanî yê Hindî û damezrînerê Art of Living re civiya.
Hevdîtina Nûnerê Konfederasyonê Bi Kesayetiyek Navneteweyî Rêberê Ruhanî yê Hindî Re
Li Washingtonê, Birêz Reşîdî, Serokê Ofîsa Têkiliyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi Gurudev Sri Sri Ravi Shankar, rêberê ruhanî yê Hindî û damezrînerê Art of Living re civiya.
Li ser navê KonfederasyonaRevenda Kurdistanî Rehîm Raşîdî, ji bo hewldanên wî yên aştîxwaz û mirovî spasiya kesayetiya navneteweyî kir û got ku ew ji hêla gelê Kurd ve pir rêzdar e ji ber ku wî di sala 2014an de di şerê li dijî DAIŞê de serdana Kurdistanê kiriye. Nûnerê Konfederasyonê her wiha behsa daxuyaniyekê kir ku Serok Barzani di dema şerê li dijî DAIŞê de ji civakên Kurd re gotibû: “Welat neterikînin, em ê bi hev re bijîn û bimirin”. Birêz Rehîm Reşîdî, her wiha jê xwest ku careke din serdana Hewlêrê bike û pêşketin û azadiya olî ya Kurdistanê piştî têkçûna DAIŞê bibîne û jê xwest ku ji bo parastina Kurdistanê bêtir ji pozîsyona xwe ya navneteweyî sûd werbigire.
Ji aliyê xwe ve, Gurudev kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê anî ziman û silav ji gelê Kurd û Serok Barzani re şand, çanda jiyana hevbeş li Kurdistanê girîng û pesindar bi nav kir.
Her du alî li hev kirin ku têkilî û hevkariyê bidomînin.
The Art of Living di warên aştî, mafên mirovan û jiyana saxlem de çalak e.
Li nêzîkî 182 welatan nûner û çalakiyên wê hene, li Dewletên Yekbûyî, Kanada, Almanya, Polonya û Çînê zêdetirî 10,000 navend û nêzîkî 40,000 mamoste hene, û navenda wê li Hindistanê ye.