Hevdîtina nûnerê Konfederasyonê bi Şandeyeke Pilebilind a ji Holandayê re

Li Washington, paytexta welatê Yekgirtî ya Amemerîka´yê, Nûnerê Têkiliyên Navneteweyî yê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Birêz Rehîm Reşîdî, bi Serokê Partiya Reformê ya Holandayê Chris Stoffer û Endamê Parlamentoya Ewropayê ji Koma Parlamentoyê ya Muhafezekar û Reformxwaz Bert Jan Ruesen re civiya.

Di hevdîtinê de, Rehîm Raşîdî ji bo hebûna şandeya Holandayê spasiya wan kir û dû re her du aliyan li ser têkiliyên Kurdistan-Rojava, pirsgirêkên penaberan, ewlehiya Ewropayê û girîngiya veberhênanê li Kurdistanê nêrînên xwe parve kirin.

Di hevdîtinê de, nûnerê Konfederasyonê ji bo çend projeyan ji bo xebata hevbeş ramanan parve kirin û soz da ku her du alî dê gavên pratîkî bavêjin da ku proje û pêşniyaran bicîh bînin.

Her du aliyan kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê diyar kirin û biryar dan ku têkiliyên xwe di asta Holandayê û Parlamentoya Ewropayê de pêşve bibin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin